‘Li Îranê di salekê de zêdeyî 2 hezar kes hatin darvekirin’

Kampanyaya ‘Şêşema na ji darvekirinê re’ ragihand ku li Îranê ji destpêka meha Kanûnê heta niha nêzî 350 girtî hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku li Îranê li dijî cezayên darvekirinê hatî destpêkirin, di hefteya 100’an de didome.

Li gelemperî welat girtiyên li 55 girtîgehan, li dijî dayîna cezayên darvekirinê û pêkanînan di greva birçîbûnê dene. Hate ragihandin ku vê hefteyê qawîşa jinan a girtîgeha Yezdê jî beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûne.

Li gorî daxuyaniya kampanyayê, tenê di sala 2025’an de zêdeyî 2 hezar kes hatine darvekirin. Ev hejmar tê wateya du qatê hejmarên salên borî. Li welat di meha Kanûnê de hejmara darvekirina wek 350 hate îfadekirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayên darvekirinê bi armanca tirsandina civakê tên dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Li gel hemû welatiyên me û endamên me yên kampanyayê, hemû girtiyên ku cezayê darvekirinê girtine, di pîrozkirina şeva Yelda de, em daxwazên xwe yên Îranek di nava azadî û refahê de dişînin. Kampanya tevî hefteyên bi zorê derbas bûye, cesaret û şevên herî bi êş, tevî darvekirina heval û havalên me yên qawîşî, di hefteya xwe ya 100’an de bi biryardarî didome.

‘Li dijî dîktatoriyê me sekn nîşan da’

100 hefeteya me ji darvekirinan re got na, li dijî makîneyên mirinê me têkoşînek bê hempa kir, 100 hefteyan me bi rêya malbatên girtiyan li berxwe da. 100 hefteyan li dijî dîktatoriya ku hewl dide dengê muxalîf qut bike me sekna xwe raber kir.

‘Kampaya dê heta dawî li darvekirinan were bidome’

‘Hikûmeta derqanûnê’ ya li Îranê, li gorî biryara 72’an a NY de, tenê di sala 2025’an de zêdeyî 2 hezar kesan darvekiriye, bi vê hedef dike ku civakê bi tirsîne û bi tepesîne. Kampanya bê navber didome û heta dawî li darvekirinên der mirovî neyê dê bidome.

Girtiyên nû beşdarî kampanyayê dibin

Kampanya di hefteya xwe ya 100’an de ragihand ku qawîşa jinan a girtîgeha Yezd jî beşdar bûye. Em spasî û silavên xwe ji yên ku vê gava bi cesûr avêtî re dişînin. Em di wê hêviyê de ne di girtîgehên din jî di rojên bên de beşdarî vê kampanyayê bibin û tevgera ‘Na ji darvekirinan re’ belavî giştî welat bibe û dawî li darvekirinên dermirovî were.

Di meha Kanûnê de hejmara kesên hatî darvekirin giha 357’an. Ev pêla kuştin û darvekirina girtiyan, di nava krîzên siyasî, civakî û aborî de, krîza rewşa awarte ya hikûmetek ku jiyana ji rêzê jî gengaz nake nîşan dide. Hikûmet herçend hewl bide bi nîşandana darvekirina ciwanan pêşî li protestoyan bigre, ev wehşet êdî birînên despotîzmê baş nake.”