Tulay Hatîmogûllari: Pêdiviya me ne bi çekan, bi diyalogê heye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir xurtkirina aştiya navxweyî ya Sûriyeyê ya li ser bingehek demokratîk, him ji bo Tirkiyeyê û him jî ji bo herêmê xwedî girîngiyek jiyanî ye.
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî.
Tulay Hatîmogûllari, ewil rojnameger Huseyîn Aykol ku di 1’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da û Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar ên di 4’ê Çileya 2016’an de li Silopiyayê hatibûn qetilkirin bi bîr anî. Tulay Hatîmogûllari got ku dê têkoşîna wan mezintir bikin. Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser erdhejên 6’ê Sibatê û got ku hêj birînên welatiyan nehatine dermankirin, welatî hêj di konîneran de dijîn.
Tulay Hatîmogûllari, rewşa girtiyên nexweş, girtiyên tehliyeyên wan tên astengkirin û biryarên binpêkirinê yên DMME’yê bi bîr xist. Têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gavên PKK’ê avêtin jî Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Birêz Ocalan bi banga xwe ji bo aştiyê firsendekî mezin ava kir. PKK’ê jî bi bangê kir, xwe fesix kir û ji hemû dinyayê re got ku li şûna têkoşîna çekdarî ew têkoşîna siyaseta demokratîk esas digirin. Gelê Kurd û tevgera azadiyê bi îradeyeke saxlem xwedî li aştiyê derket. Li Meclisê komîsyon hate avakirin. Komîsyonê ji ewil li derdoran guhdar kir, piştre çû serdana Îmraliyê. Me jî ev weke qonaxeke dîrokî nirxand. Lê mixabin îktîdarê hêj gavên hêjayî van geşedanan û hêviyên civakê neavêtiye.”
‘PÊVAJO BI NEDIYARIYAN DIDOME’
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku ew jidil bawerin ku dê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî û got: “Di vê çarçoveyê de erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Pirsgirêka esasî ya li Tirkiyeyê niha ev e; ji bo vê derfeta dîrokî ya aştiyê gavên pêwîst ên siyasî û hiqûqî nayên avêtin. Pêvajo, bi nediyariyan didome. Tê vehêlandin û ev jî aştiyê pêş naxe. Aştî, zelalî, cisaret û îradeyeke bibiryar dixwaze. Divê pêvajoya aştiyê terkî nediyariyê nekin, neyê vehêlandin û di bin siya dosyayên din ên siyasî de neyê girtin. Ev pêvajo, bi pakêteke demokratîkbûnê û aştiyê dikare pêş bikeve. Tiştên divê şênber bên kirin diyar in. Dive şert û mercên birêz Abdullah Ocalan ên ragihandin û pêwendîdanînê bên avakirin.”
‘Rejîma qeyûm divê tavilê bi dawî bibe’
Tulay Hatîmogûllari, bi lêv kir ku komîsyon dikare meseleya Kurd ji zemîna tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bike û ji bo vê jî divê têklildarî PKK’ê û encaman yasayeke taybet derxîne. Bi domdarî got: “Rejîma qeyûm divê tavilê bi dawî bibe, Yasaya Entegrasyona Demokratîk were amadekirin, hiqûqa înfazê were berfirehkirin û adilane û wekhevîparêz be, girtiyên siyasî bên berdan. Divê komîsyon û meclis ji bo vê bixebitin.”
Tulay Hatîmogûllari, bang li muxalefetê jî kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û bibin parçeyeke çareseriya demokratîk.
Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî zema ji sedî 12.9 a bo teqawidên SSK û Bag-Kurê da û bi gotina : “Dê memûr û teqawid çi bixwin, ma dê kevir bixwin?” bertek nîşan da.
‘Rejîma Îranê êrişî jinan dike’
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari, îşaret bi çalakiyên li Îranê kir û got: “Rejîma Îranê demokratîkbûn red kir. Heq û hiqûqê bicih nayîne. Êrişî jinan dike. Bi milyonan kes bi birçîtiyê rû bi rû ne. Ev kes ji bo mafên xwe li kolanan e. Di çalakiyan de bi dehan çalakvan hatin qetilkirin, bi sedan birîndar in, bi hezaran girtî ne. Siyasetmedarên Kurd tên darvekirin. Em vê qebûl nakin. Di serî de Îran û Tirkiye, yên dixwazin van lîstikên emperyalîstan vala derxînin divê zextan bi dawî bikin û demokratîk bibin.”
‘Pêvajo bi vî zimanê gefan pêş nakeve’
Tulay Hatîmogûllari, îşaret bi geşedanên li Sûriyeyê kir û got li dijî Elewiyan sûcên mezin tên kirin. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku di rewşekî wiha de gef li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên xwarin û got: “Jê re dibêjin ‘teslîm bibin.’ Ma heta niha kîjan pirsgirêk bi feraseta teslîmperestiyê çareser bû? Ma hûn yekperestî, mezhebperestî û nîjadperestiya rejîma nû nabînin? Di demekê Elewî û Durzî tên qetilkirin de hûn çawa vê bangê li Kurdan dikin? Gotina ‘teslîm bibe’ ya ji Kurdan re ne li gorî xwişk-biratiyê ye ne jî adilane ye. Birêz Ocalan ji bo sersalê peyamên girîng da. Çende saet piştre wezîrê parastinê Guler gef xwar. Em careke din dibêjin ku vî zimanê gefê biterikînin. Pêvajo bi vî zimanê gefan pêş nakeve. Ez bang li rayedarên MHP’ê jî dikim ku zimanê gefan bi xwe re aştiyê nayîne. Pêdiviya me ne bi çekan, bi diyalogê heye.”
‘Rêya pêşîgirtina aloziya li Sûriyeyê, demokratîkbûna wê ye’
Tulay Hatîmogûllariyê got ku ew dixwazin hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya veguhêz a Şamê de bi çareseriyê encam bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Wekî birêz Ocalan jî got, divê Tirkiye di vê mijarê de bi rolekî erênî rabe. Divê neyê jibîrkirin ku Sûriye tenê ya Ereban nîne. Gelek gel û bawerî li wir dijîn. Rêya pêşîlgirtina aloziya li Sûriyeyê, demokratîkbûna wê ye.
‘Divê xetereya DAIŞ’ê were dîtin’
Divê xetereya DAIŞ’ê were dîtin. Xetereya esasî DAIŞ e. Divê gefa DAIŞ’ê ya li Sûriye û Tirkiyeyê neyê paşguhkirin û stratejîk were destgirti. Di vê mijarê de tevdîrên pêwîst bên girtin. Jehrkuja DAIŞ’ê, demokratîkbûn e û serkeftina pêvajoya li Tirkiyeyê ye.”