Jinên Dêrazorê piştgirî dan berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiye

Jinên ji bajarê Hecîn ê li Kantona Dêrazorê ya girêdayî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku li dijî êrîşên cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr El Şam, bi gelê taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên li Helebê re di nava hevgirtinê de ne.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Êrîşên cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam a li dijî taxên Kurdan a li bajarê Helebê ya Sûriyeyê didome. Ev êrîşan, binpêkirinek eşkere ya peymana ku di 1’ê Nîsanê de di navbera meclîsa taxê û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin e.

Rêveberiya demkî, di êrîşan de çekên giran û dron bikaranî û sivîlên bêparastin hedef girt. Di encama van êrîşan de jin û zarok jî di nav de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Jinên ji bajarê Hecîn a Kantona Dêrazorê ya girêdayî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destnîşan kirin ku li kêlaka gelê taxên tên hedefgirtin in û piştgirî didin van. Jinan, diyar kirin ku ew ê bi çalakî û xebatên xwe yên hevgirtinê, dengê xwe li gelê taxan re bilindtir bikin.

‘Em jiyan û rûmeta xwe diparêzin’

Yek ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Dêrazorê Nur el-Ehmed, wiha got, "Em li dijî êrîşên tund û binpêkirinên giran ên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hedef digirin, helwesta xwe ya zelal diyar dikin. Ev êrîşan, bûn sedema jin û zarok jî di nav de mirina gelek kesan û birîndarbûna bi dehan kesan."

Nur el-Ehmed, diyar kir tiştên îro tên jiyîn dîmenên êrîşên ku berê ya rêveberiya demkî, tînin bîra mirov û ev yek bi awayekî zelal bi entegrasyon, agirbest û sozên dubare nebûna qetlîaman re nakok e. Nur el-Ehmed, destnîşan kir rastiya qadê berevajî vê yekê û diyar kir ku ev herêman rastî bombebarana dijwar û bênavber tên û ev yek jî wê bibe sedema karesatek rastîn a mirovî. Nur el-Ehmed, balkişand ser asta tundî û koçberiya bi darê zorê ya sivîl rastî tên û diyar kir ku taxên niştecîbûnê tên hedefgirtin û gel di bin dorpêçekî giran ku ji xurek û ewlehiyê bêpar dimînin de dijîn.

Nur el-Ehmed, wiha got: "Sivîlên bêguneh jiyana xwe ji dest dan û zarokên ku rastî birçîbûnê tên hene. Hinek jin jiyana xwe ji dest dan, hinek birîndar bûn û ji gelek malbatan agahî nayê girtin. Lê em ê li hember van sûcan bêdeng nemînin. Em ê çalakî, meş û xwepêşandanan lidarbixin û ji bo parastina jiyan û rûmeta xwe dengê bilind bikin.”

‘Li gorî her pîvanekî sûcekî li dijî mirovahiyê ye’

Şeyha El-Hemed jî, van kiryaran mîna hovanê binavkir û şermezar kir. Şeyha El-Hemed, wiha axivî: “Ev çeteyan bêyî ferqa sivîl an jî leşkeran êrîş dikin. Ev kiryaran li dijî hemû peymanên navneteweyî, nirxên olî û mirovî ne.”

Şeyha El-Hemed, destnîşan kir ku berdewamî û dijwarbûna dorpêça li ser taxan polîtîkayekî cezakirina komî ye ku bedela wê jin, zarok, nexweş û kal û pîran didin. Şeyha El-Hemed, diyar kir ku bêparkirina sivîlan a ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê yê mîna xurek, derman û sotemenî li gorî her pîvanekî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got: “Pêkanînên rêveberiya demkî ya li dijî taxên Kurdan bi awayekî zelal bi ruhê tehemûlê ya Îslamê û bingeha nirxên mirovî re nakok e.”

Şeyha El-Hemed, bêdengiya aktorên herêmî û navneteweyî û rêxistinên mirovî a li dijî dorpêçê û astengkirina alîkariyê ya ji bo sivîlan şermezar kir û daxwaza rawestandina demildest a bombebarana bêserûber û karanîna çekên giran a li deverên niştecîbûnê kir.

‘Li dijî sivîlan qetlîamek bipergalî tê kirin’

Yek ji jinên Dêrazorê Emel el-Mihemed jî, hemû bûyerên tên jiyîn şermezar kir û diyar kir tiştên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tên jiyîn ne bombebaraneke bêserûber e, qetlîmaek bipergalî ya ji aliyê komên çekdar ên girêdayî rêveberiya demkî ve li dijî sivîlên di bin dorpêçê de tê meşandin e. Emel el-Mihemed, diyar kir ku malên ewle, dibistan û bazarên ku jin, zarok û kal û pîr lê kom bûne, hatin hedefgirtin.

Emel el-Mihemed, bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir û daxwaza kir ku ev qetlîaman derbasî Dadgeha Cezayê Navneteweyî bê kirin û hemû kesên berpirsyar hesab bidib. Emel el-Mihemed, da zanîn wê dîrok kesên ku bêdeng mane, van sûcan teşwîq kirine an jî fînanse kirine efû neke.