Li Kobanê bîranîna sê şoreşgeran: Em ê mîrateya wan zindî bihêlin

Kongra Star a kantona Firatê ji bo 13’emîn salvegera komkujiya Parîsê bîranîn birêxistin kir. Kongra Star di bîranînê de teqez kir ku ewê mîrateya Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez zindî bihêlin.

Kobanê – Dewleta tirk di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Firansa Parîsê komkujiyek li hember sê jinên Kurd da meşandin. Di komkujiyê de Sakîne Cansiz ku xebatên diblomatîk dikir, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.

Bi wesîleya 13’emîn salvegera komkujiya Parîsê, îroj rêxistina Kongra Star ya kantona Firatê bîranîn li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya bajarê Kobanê lidarxist. Di bîranînê de bi dehan jin, nûnerên saziyên civaka sivîl, jinên ciwan, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî amedebûn.

Bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re endama kordînasyona Kongra Star Nadiya Hiso axivî.

 Nadiya Hiso ku bal kişand ser têkoşîna hersê têkoşeran û komkujiya ku pêk hat, anî ziman ku; “Emê ji bo jiyanîkirina pirojeya azadiya jin a ku şehîdên komkujiya Parîsê ji bo wanê jiyana xwe fedakirin, her tim li qadan bin û eniyên herî pêş yên têkoşînê de cih bigirin.”

Paşê sinevzyonek li ser jiyana têkoşer Sakîne Cansiz hat pêşandan ku herî dawî jî helbestvan Nêvîn Mihemed û Tevgera Hîlala Zêrîn helbest û stran pêşkêş kirin.

Di dawiyê de find li gel wêneyên hersê têkoşeran hatin pêxistin ku çalakî bi siloganên “Jin, jiyan, azadî” û “şehîd namirin” bi dawî bû.