Gelê Mexmûrê: Li dijî êrişan bibin yek deng!
Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê kiryarên HTŞ’ê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ku ji duh ve bi çek û dronan êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dikin, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Mexmûr - Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) kiryarên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ku ji duh ve bi çek û dronan êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ê Helebê dikin, ku di encam de dehan kes jiyana xwe ji dest dan, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê mamoste Beşîr Gabarî axivî.
‘Êriş bi destê dewleta Tirk tên pêkanîn’
Beşîr Gabarî êrişên hikûmeta demkî ya Suriyê ên li ser Helebê şermezar kir û got: “Ev hemu êrişên li ser gel tên kirin, di rastiya xwe de dewleta Tirk pêktîne. Hemu çeteyên êrişan pêktînin jî girêdayî dewleta Tirk in. Dewleta Tirk aliyek de dibêje em aştî dixwazin aliyê din de bi çeteyan êrişî gelê Kurd dike. Em van êrişan bi ti şêweyî qebûl nakin.”
‘Em ê ala wan şehîdan rakin û têkoşînê mezin bikin’
Beşîr Gabarî bal kişand ser berxwedana gel a tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Gel berxwedanek bê hempa dimeşîne. Em wan slav dikin. Wek gelê li Mexmûr em li kêleka wan in û ew ne bi tenê ne. Em ê ala wan şehîdan rakin û têkoşînê mezin bikin. Bila herkes bizane ku Şêxmeqsud û Eşrefiyê teslîm nabin.”
‘Pêwîste tevayî gelê Kurd li dijî êrişan bibe yek deng’
Beşîr Gabarî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bila dewleta Tirk dev ji kiryarên xwe yên dijî gelê Kurd berde. Her roj gefan dixwin li ser Rojava, aştî wisa nabe. Em van êrişan qebûl nakin. Pêwîste gelê Kurd û gelên li Kurdistanê bêdeng neminin, li herderê rabin ser lingan û li dijî êrişan bibin yek deng.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.