Heyva Sor a Kurd: Hedefgirtina navendên tenduristiyê sûcên şer e

Heyva Sor a Kurd, bi daxuyaniyekê êrişên HTŞ’ê li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê û dorpêça li dijî taxan de şermezar kir û got: “Hedefgirtina nexweşxane û navendên tenduristiyê sûcên şer in.”

Qamişlo – Heyva Sor a Kurd a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê êrişên cîhadîstên HTŞ’ê yê li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê û dorpêça li dijî taxan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya navenda giştî ya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî bi kurdî û erebî ji aliyên hevserokên Heyva Sor ve hate xwendin.

Daxuyaniyê wiha ye:

"Em wek rêxistineke mirovî, hedefgirtina sivîlan û navendên tenduristiyê, her wiha dorpêça li ser Şêxmeqsûdê bi tundî şermezar dikin.

Hedefgirtina nexweşxane û navendên tenduristiyê sûcên şer in.

Em ji bo parastina sivîl û navendên tenduristiyê li gorî zagonên navneteweyî, bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û aliyên peywendîdar dikin ku zextê li aliyê ku binpêkirinan dikin, bikin û demildest destwerdanê bikin."