Ji Qamişlo ji gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re gotin “Em bi we re ne”
Şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên cetyên cîhadîstên HTŞ’ê li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê Benî Zêd bi xwepêşandanekê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nîşan dan.
Qamişlo – Ji 6’ê Çileyê ve komên çete yên dewleta Tirk û HTŞ’ê (Heyet Tehrîr el-Şam) a cîhadîst bi guleyên hawan, obîsan û tankan êrîşî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd yên Helebê dikin. Li dijî van êrîşan şêniyên bajarê Qamişlo û koçberên Efrîn û Şehbayê bi xwepêşandanekê piştgiriya gelê Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd kirin.
Çalakî li pêşiya navanda Mihemed Şêxo ya çand û Huner a bajêr hat li darxistin. Jinên ku beşdarî xwepêşandanê bûn helwestên xwe ji ajansa me re diyar kirin.
‘Em ê hertim li kolana bin’
Şêrîn Reşîd êrîşên li ser herdû taxên Kurdan yên li Heleb şermezar kir û got: “Em îro careke din li vir kom bûne û em ê hertim ji bo pişrgiriya gelê xwe kom bibin. Heta ku ev êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ne sekinin em jî tu carî nasekinin, her tim em ê li kolanan bin. Êdî bes e ji van komkujiyan re gelê me ji şer westiyan em ê weke gelê kurd her tim li ber xwe bidin û piştgiriya gelê xwe bikin çi dibe bila bibe.”
‘Wê bûyerên li Efrîn û Şehbayê neyên dubarekirin’
Şîlan Omer a beşdarî çalakiyê bûbû da zanîn ku ew wek jinên ciwan yên Efrîn wê her tim li qada bin piştgiriya gelê Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd bikin û got: “Em îro wek ciwanên Efrînê li vir kom bûne em piştgiriya gelê Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd dikin. Berxwedaniya ku niha li wê derê tê kirin em ji dil û can silav dikin. Em ji wan re dibêjin em heta dawiyê bi we re ne, em ê hertim weke ciwanên Efrînî li kolana bin heta ku berxwedaniya gelêm me li wê derê bi ser bikeve. Em van êrîşên ku li ser her sê taxan çê dibin em bi tundî şermezar dikin, ji wan çeteyan re dibêjin tiştên ku li Efrîn û Şehba hat kirin dubare wê li taxên me neyê çêkirin em ê li beramberî we bisekinin û ber xwe bidin û serkeftin her tim ya me ye.”
Xwepêşandan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Eşrefiyê, Şêx Meqsûd û Benî Zêd” bi dawî bû.