Werîşe Mûradî bi peyamek piştgirî da xwepêşandêran
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ya a li Girtîgeha Evînê tê girtin bi peyamek piştgirî da xwepêşandanên li Îranê: “Ev rê berdewamiya şikestina dîrokî ya "Jin, Jiyan, Azadî" ye; şikestinekî ku civak him îstîbdata olî û him jî saltanat li paş xwe hişt."
Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ya li qawîşa jinan a li Girtîgeha Evînê tê girtin, peyamekî weşand û piştgiriya xwe ya bi xwepêşandarên li seranserê Îranê re nîşan da.
Werîşe Mûradî di peyama xwe de got: "Xwepêşandanên berdewam ên li bajarên cûda yên Îranê, bi taybetî li Îlam û Kirmaşanê, berhema têkçûnek avahîsaziyê û encamek rasterast a sîstemek e ku jiyan û rûmeta gel bi top, çek, girtin û darvekirinan rehîn digre ye. Komkujiya li dijî gelê li Melkşahiyê nîşanek eşkere ya bêrehmî û bêhêvîtiya eşkere ya vê sîstemê ye û ev yek delîlek eşkere ye ku zilm û xwînrijandin ne rewabûn û ne jî îstîkar dihilberîne, berxwedan û îradeya kolektîf ji nû ve ava dike.”
Di berdewamiya peyamê de wiha hate gotin:
"Ev rê berdewamiya şikestina dîrokî ya "Jin, Jiyan, Azadî" ye; şikestinekî ku civak him îstîbdata olî û him jî saltanat li paş xwe hişt. Jin ne mîna sembolek, mîna hêzekî ku li dijî pergala desthilatdar a serdestiya mêran û otorîter a her du şêweyên desthilatdariyê derdikeve, pêşengên vê têkoşînê ne.
Ne îstîbdata olî û ne jî saltanat; Jin, Jiyan, Azadî
Ev gotinan, li pişt dîwaran û li kêleka hucreyên ku deng bi darvekirin û zilmê ve girêdayî ye, hatin nivîsandin. Rejîm, bawer dike ku bedenan girtine, deng bêdeng kirine û îradeya gel şikandiye; lê dîrokê bi berdewamî nîşan daye ku ne dîwar, ne deriyê, ne bend û ne jî têla darvekirinê nikare agirê berxwedanê vemirîne. Xwepêşandanên li bajarên cûda yên Îranê û bi taybetî jî li Îlam û Kirmaşanê, berhema têkçûnek avahîsaziyê ne, encamek rasterast a pergalek e ku jiyan û rûmeta gel bi top, çek, girtin û darvekirinan rehîn digire. Komkujiya li dijî gelê li Melkşahiyê nîşanek eşkere ya bêrehmî û bêhêvîtiya eşkere ya vê sîstemê ye û ev yek delîlek eşkere ye ku zilm û xwînrijandin ne rewabûn û ne jî îstîkar dihilberîne, berxwedan û îradeya kolektîf ji nû ve ava dike.
Ev rê, berdewamiya şikestina dîrokî ya "Jin, Jiyan, Azadî" ye; şikestinekî ku civak him îstîbdata olî û him jî saltanat li paş xwe hişt. Jin ne mîna sembolek, mîna hêzekî ku li dijî pergala desthilatdar a serdestiya mêran û otorîter a her du şêweyên desthilatdariyê derdikeve, pêşengên vê têkoşînê ne. Hebûna jinan a di qadê de ne tenê hevsengiya hêzê hilweşîne, di heman demê nîşan dide ku azadî di dilê civakê de ye û tu dîktator, şah an pergala paşketî nikare wê desteser bike an jî kontrol bike.
Gelê Kurdistanê di xalên werçerxê yên dîrokî de bi berdewamî îspat kiriye ku bi rêxistinkirina civakî û bîranînek zindî ya têkoşînê ve girêdayî, dikarin bêyî ku ji her navendek hêzê be cihê xwe di her qadê de bigirin. Têkoşîna li Kurdistanê berhema îradeya kolektîf, ezmûna dîrokî ya berxwedanê û torên zindî yên civakê ye; ev têkoşînekî ku azadiyê ne wekî sozek, mîna çalakiyek dibîne ye. Vê erdnîgariyê nîşan daye ku dîrok ne bi talîmat, peyam an nostaljiya şah re, bi pratîk, berxwedan û bedel dayînê tê nivîsandin.
Îro, mijar ne vegera rabirdûyê, ne vegera ji bo tac û textan e û ne jî ji nû ve hilberandina sîstema Îslamî ye. Mesele veguherînek dîrokî ya ji her du şêweyên desthilatê yên paşverû ye. Lîdertiya vê rêyê ne di destê padîşahên duh û ne jî rêveberiyê îro de ye; di destê gel de ye. Em baweriya xwe bi civakek xwe biryardar, bi îrade, demokratîk û piralî tînin ku hemû gel, nasnameyên etnîkî û bawerî bicîhdigrin.
Azadî, tam jî di nav vê civakê de ye û tu girtîgeh, tu darvekirin, tu zilm û tu jî hêz nikare vê rêya dîrokî rawestîne.