Şehîdên komkujiya Parîsê li Zirganê hatin bibîr anîn
Bi boneya salvegera 13'an a komkujiya Parîsê, Kongra Star ji bo jinên gundê Um Hermela ya bajarê Zirganê semîner da.
Zirgan – Ji bo bîranîna yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, di salvegera şehadeta wan a 13'an de Kongra Star di nav çalakiyan de ye.
Bi heman mebestê Kongra Star îro li gundê Um Hermela ya bajarê Zirganê ku di salên borî de her rastî êrîşên dagirkeriya Tirk dihat, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi semînerekê bibîr anîn. Di semînerê de jin û mêr jî amade bûn.
Jin û mêr rêwîtiya Sara, Rojbîn û Ronahî nas dikin
Hûda El-Herîrî di destpêkê de her sê pêşeng Sara, Rojbîn û Ronahî bibîr anî û bal kişand ser rêwîtiya wan a têkoşîna bi salan ya di nav lêgerîna li azadiyê û edaletê û bandora wan a civakî. Jin û mêr bi baldarî guhdar dikirin.
Hûda kujerê her sê jinên pêşeng ji beşdaran re zelal kir û got: "Hedefgirtina pêşengan bi hevkariya MÎT'a Tirk çêbû, paşê bi qetilkirina wî doz hate girtin bêyî ku edaleta rastîn pêk were."
Civakek saxlem bi şoreşên jin û pêşengan pêkan e
Hûda da xuya kirin ku bi vî sûcê hate kirin dewlet tirsa xwe ya li hember pêşengên jin raxist ber çavan. Çimkî dizanin ku civaka saxlem tenê bi dest û bi rêya şoreşên jinan û pêşengan ava dibe."
Êrîşên li dijî dengê azadî û demokrasiyê
Di dewama semînerê de Hûda got ku hewldanên dewleta ku ji bo bêdengkirina dengê azadî û demokrasiyê êrîşên dijwar li dijî pêşeng û fermandaran pêk tîne, wê têk biçe. Hûda tekez kir ku dengê jinan ji bo azadî û aştiyê îro hîn bilindtir dibe.
Hûda di dawî de got ku wê têkoşîna jin û gelan bidome, heta ku azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.