‘Ti rewatiya biryara rakirina rojên taybet nîne’
Delal Bedur a ku ji bo azadiya Sûriyeyê gelek bedêl daye, têkildarî rakirina rojên teybet ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve wiha got: “Biryara hikûmeta demkî ku ‘Roja Şehîdan’ radike, gefê li bîranîna azadiya Sûriyeyê û nirxên şoreşê dike.”
ASMA MUHEMMED
Qamişlo – Bi biryarnameya hejmar 188’an di 5’ê Cotmeha 2025’an de ji aliyê Ehmed El- Şeraa ve hatî derxistin, rojên bîranîn û navbera fermî ya li Sûriyeyê ji nû ve hatin sererastkirin. Di biryarnameyê de Roja Şehîdan (6’ê Gulanê), Roja Şerê Cotmehê, Roja Jinên Cîhanê û cejna Newrozê li gel rojên din ên netewî ji lîsteyê hatin derxistin. Hikûmet vê gavê bi awayê ‘li gorî dema nû, rojên fermî nû sererast dikin’ hincet jê re çêkir.
Biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya rakirina Roja Şehîdan a ji lîsteya fermî ya welat, ji beşên cûda yên civaka Sûryeyê ve bi bertek û hêrsek mezin hat pêşwazîkirin. Dayîkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku zarok û hevjînên xwe di şer de winda kirine, vê biryarê wek ‘heqerata li beramberî xwîna bi hezaran şervanên ku ji bo xak, azadî û rûmeta xwe canê xwe feda dikin e’ nirxandin.
Ev biryar, ji aliyê gelek kesan ve, weke darbeya li dijî hişê netewî yê gelê Sûriyeyê û hewldana jêbirina nirxên dîrokî hat binavkirin. Roja Şehîdan ji 1916’an heta niha, sembola berxwedana gelê Sûriyeyê ya li dijî zext û dagirkeriyê û têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê ye.
Ji ber vê yekê malbatên cangoriyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin: “Ev hewldana jêbirina hişê qehremantî û fedakartiyê ye.”
‘Cejna hemû kesên ji azadiyê bawer dikin e’
Ji bajarê Qamişlo Delal Bedur ku hevjîn û zarokê wê di şer de wenda kiriye, wiha got: “Em jinên ku zarokên xwe ne bi rondikan bi tilîliyên rumetê oxir dikin in. Ji bo xak, rumet û azadiyê me hebûnên xwe yên herî bi nirx feda kir. Em îro li vir in û dibêjin em nahêlin kes Roja Şehîdan ji dilê me derxwe. Ev roj cejna me û hemû kesên ku ji azadiyê bawer dikin e.”
‘Xwîna şehîdan bingeha Rêveberiya Xweser ava kir’
Delal Bedur da zanîn ku Roja Şehîdan ne tenê roje netewî ye, sembola jiyanek ku ji êşê ava bûye, dayîkan şîna xwe vegerandiye biryardariyê ye û wiha got: “Xwîna kurên me vala neçû. Xwîna wan, riya azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ronî kir. Rakirina roja şehîdan, tê wateya jêbirina fedekartiyê. Ev kîjan biryara siyasî be, nayê qebûlkirin. Dayîkên şehîdan hê dilsozên nirxên şoreşê ne. Emê meclîs û saziyên ku bi xwîna şehîdan hatî avakirin biparêzin. Emê li pêşiya her hewldanên ku destkeftiyên şoreşê dike hedef bisekinin. Xwîna şehîdan bingehê Rêveberiya Xweser ava kir. Ev emanet heta serkeftinê li ser milê me ye.”
‘Şoreşa Rojana, şoreşa mirovatî û azadiyê ye’
Delal Bedur, diyar kir ku şoreşa Rojava ne tenê têkoşînek a bi çek e, di heman demê de şoreşa azadiya mirovatiyê ye û wiha got: “Dijmin ne tenê êrîşî şervanên me kir, îradeya civakê jî kir hedef. Tevî vê gelê herêmê di nava yekîtiyê de ma. Îro erka me parastina vê yekîtiyê ye. Ji ber yekîtiya gelan, li dijî hewldanên parçebûn û dagirkeriyê çeka herî bi hêz e.”
Sembola piştevaniya gel, bexwedana Bendava Tişrînê
Delal Bedur îfade kir ku berxwedan bendeva Tişrînê, yek ji mînakên herî ronî ya piştevaniya gel e û wiha got: “Li Tişrînê jin, beriya mêr, dayîk beriya zarokan li çeperê herî pêş bûn. Ew kêlî dersa herî mezin a rûmetê bû. Rondikên dayîkan tevlî tilîliyên serkeftinê bû û xak bi rûmetê cardin ava bû.”
‘Divê ev biryar bê rakirin’
Delal Bedur banga rakirina biryarê kir û got: “Rakirina Roja Şehîdan, ne tenê 6’ê Gulanê, dilê her dayîkek Sûriyeyê û hemû kesên ku ji bo parastina welatê xwe canê feda kiriye dişewitîne. Ev roj sembola yekîtiya gelê Sûriyeyê ye. Divê di nava rêveberiyek ne navendî ku xwe dispêre edalet û wekheviyê de mefê hemû pêkhateyan were mîsogerkirin.”
‘Cejna şehîdan di dilê me de ye’
Delal Bedur bal kişand ser êrîşên medyayê yên li hemberî herêmê û wiha got: “Em qutbûnê naxwazin. Em welatek ku hemû zarokên xwe bi edalet û rumetê hembêz bikin dixwazin. Sûriyeya ku em xeyalê wê dikin, Sûriyeyek azad, wekhev û bi rûmet e. Ev welat bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, ne bi jibîrkirina wan. Dayîkên şehîdan, wê bûyîna wîjdana gelê Sûriyeyê bidomîne, wê bi bîr bixe ku azadî ne tê kirîn ne jî tê betalkirin. Dibe ku li ser kaxezê dikarin roja şehîdan rakin, lê belê ji dilan nikarin bibin. Ji ber roja şehîdan ne rojek salnemeyê ye, nebzek ku di demarê me de lê dide û hişek ku tu caran namire ye.”