Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Bêrîtan Hêvî bi bîr anî

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Cizîrê ya Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) di 33’emîn salvegera wê de bi bîr anî.

Qamişlo – Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Cizîrê şoreşger û pêşenga tevgera azadiya jinan Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) di salvegera 33'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî.

Merasîma bibîranînê li navenda kongreyê, bi amadebûna endamên Meclisa Jinan, Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Ol û Baweriyan hat lidarxistin.

'Têkoşer Bêrîtan nimûneya serhildana li dijî vê desthilatdariyê bû’

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Jinan a kongreyê Welîde El Riyadî li ser dîroka jinan di bin desthilatdariya zihniyeta baviksalariyê de axivî û got ku têkoşer Bêrîtan nimûneya serhildana li dijî vê desthilatdariyê bû û rêya rizgariyê li pêşiya jinan vekir.

Welîde El Riyadî, diyar kir ku jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Hêvî pêşengê xwe dibînin û got Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî berdewama fikr û têkoşîna wê bû.

'Bi fikir û berxwedana xwe di dilê her jinekê di oxira azadiyê de têdikoşe de ye’

Endama Navenda Lêkolînên Îslamî ya kongreyê Kînda Kenan anî ziman ku "Şehîd Bêrîtan bi fikir û berxwedana xwe di dilê her jinekê di oxira azadiyê de têdikoşe de ye. Em soza şopandina rêça wê û hemû şehîdan didin ku civakek demokratîk, azad û wekhev ava bikin".

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan hat pêşandan.