Ji xebatên cebheyî ber bi endametiya ‘Mala Jinê’ ve

Esma Murad a ji navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê ye, da zanîn ku ew ê weke dayîkên aştiyê kar û xebatên xwe bidomînin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.

ZEYNEB ÎSA

Girkê Legê – Beriya ku şoreşa li Rojavayê Kurdistanê pêk were, welatparêzên Kurd bi dilxwaziyek mezin kar û xebatan li ser axa xwe, ji rejîma Baasê bi dizî dimeşandin. Piştî ku şoreşa Rojava hat destpêkirin û bi pêşengiya jinan berdewam dike, jinê di her qadên civakê de pêşengî kiriye. Di qadên siyasî, leşkerî, çandî, aborî û hunerî de be her dem jinan civakê birêve biriye.

Yek ji wan dayîkên ku salên dirêj kar û xebatan ji rejîma Baasê bi dizî dimeşandin, îro jî ji bo rêxistinkirina jinan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav hewldanan de ye, Esma Murad a ji navçeya Girkê Legê ya girêdayî bajarê Qamişloyê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ye, kar û xebatên xwe yên salên dirêj di karê cebheyî de kiriye, ji ajansa me re vegot.

‘Em dizanibûn ku em ê azad bibin’

Esma Murad behsa nasîna xwe ya tevgera azadiyê kir û got: “Di sala 1988’an de min felsefeya Rêber Apo nas kir û em bûn dostên tevgera azadiyê. Di sala 1990’î de jî ez tevlî karê cebhewî bûm, salên dirêj min kar û xebat di karê cebhewî de meşandin. Di wê demê de em ji bo alîkariyê mal bi mal digeriyan ji bo em alîkariyê ji rêxistina xwe re kom bikin. Di demsala hevînê de em diçûn me nîskan diçinî ji bo alîkariyê bidin hev. Tevî ku gelek zehmetî hebûn jî dema em diçûn nîskan weke ku em herin şahiyekê. Ji ber ku em dizanibûn ev rêxistin wê me azad bike û em birçiyên azadiyê bûn.

Di wê demê de ji ber rejîma Baasê em nikaribûn navekî Kurdî li zarokên xwe bikin an jî navekî Kurdî li kargeheke xwe bikin ji ber em bê maf bûn û rejîma Baasê her dem mafên gelê Kurd binpê dikir. Ji bo ku em bigihîjin mafên xwe û azad bibin me karê cebhewî bi dizî dimeşandin. Di wê demê de dengê Rêber Apo ji Lubnanê ji me re dihat. Danê êvarê bi dizî em li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz kom dibûn û me li dengê Rêber Apo guhdarî dikir. Çiqas zor û zehmetiya wê demê hebû jî ewqas bi me xweş bû dema ku me karekî ji bo rêxistina xwe kiribûya wê zehmetiyê bandora xwe li îrade û hêza me nedikir.”  

‘Me soz da hev ku zindan li pêşiya karê me nebe kelem’

Esma Murad da zanîn ku di sala 1991’ê de li Lubnanê cara yekem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û wiha berdewam kir: “Di 15’ê Tebaxê sala 1991’ê de em çûn Lubnanê qada serokatî gelek kes ji Endîwer heta Kobanê li wir kom bibûn. Di roja yekem de me Rêber Apo nedît lê di roja duyem de me Rêber Apo dît. Bi saetan Rêber Apo ji me re axivî li ser awayê  xwerêxistinkirina jinan. Piştî wê rojekê em vegeriyan malên xwe. Hêrs û îradeya me xurtir bû. Me rojê 3 mal ziyaret dikirin lê piştî dîtina Rêber Apo me 10 mal ziyaret kirin û me xebatên xwe xurtir kirin. Me her kar û xebatên xwe berdewam kir heta sala 2004’an ku wê kongreya Yekîtiya Star li ser Çiyayên azad çêbibe lê derfet çênebûn. Ji ber ku di wê demê de serhildana 12’ê Adarê çêbû.

Di wê demê de ez û xwişka xwe Eyhan ji aliyê rejîma Baasê ve hatin girtin. Em demek di zindanê de man, piştî ku em hatin girtin, ji ber ku gelek kesan me nas dikir, hinekî karê me zehmet bû. Careke din rejîma Baasê nehişt em kar û xebatên xwe bimeşînin, dîsa em girtin. Wê demê em birin Hesekê. Em ketin zindanê, heta mehekê li wir man, piştre em  kirin zindanên Şam û Helebê lê me soz da hev ku em ji zindanê derkevin, em ê xebatên xwe xurtir bikin û zindan li ber me nebe kelem.”

‘Heta ku Rêberê me azad bibe…’

Esma Murad da zanîn ku her dem di nava kar û xebatê de bûne, heta ku Şoreşa Rojava destpê kiriye û wê jî weke dayîkek xebat meşandiye. Niha jî cihê xwe di nav kar û xebatên Mala Jinê de digre. Dayîka Esma nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Me karên cebhewî meşandin heta ku Şoreşa Rojava ya Bihara Gelan dest pê kir. Piştî Şoreşa Rojava min cihê xwe di Mala Jin de girt. Carê digotin Bihara Ereban heta ku Rêber Apo name ji me re şand got ku ne Bihara Ereban tenê ye, Bihara Gelan e. Ji ber wê  divê hemû pêkhateyan cihê xwe tê de bigrin û bi yek destî û bi ruhekî biratiya gelan wê neteweya demokratîk ava bibe. Berê rejîma Baasê me û pêkhateyên Ereb ji hev re dikirin dijmin. Îro em dibînin ku xwîna me ketiye nava hev û em bi ruhekî bi hev re kar û xebat dimeşînin. Ne tenê pêkhateyên Ereb heta hevalên enternesyonal em dibînin ku li vir kar dikin. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo nas kirine û dibînin Rêberê mirovahî û aştiyê ye. Em ê weke dayîk her dem li ber xwe bidin û li pişt şervanên xwe bin. Em ê bibin mertalên zindî wê rûniştin ji me re heram be, heta ku Rêberê me azad bibe.”