Li Efganistanê nebûna pergala tenduristiyê gefê li jiyanê dixwe

Kêmaniya xizmetên tenduristiyê, xizanî û astengiyên çandî, gefê li jiyana bi hezaran jin û zarokên Efgan dixwe û gelek ji wan ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest didin.

BEHARÎN LEHÎB

Kabîl – Gelê Efgan, piştî salên dirêj ên bi koçên neçarî, girtin, îşkence, komkujî û hilweşîna mîrasa dîrokî ya çandî derbas bûyî re, îro hê li hemberî xizaniya zêde û bêkariyê têdikoşin. Di nava van salan de tu hikumetê destkeftiyên neteweyî nekir gava yekem ji bo xwe, armanca gelek rayedaran ew bû ku destkeftiyên xwe yên şexsî û malbatî biparêzin. Di heman demê de gelê Efgan, her roj bi nav û hincetên cuda, di şerên derdikevin de hezkiriyên xwe winda dikin.

Di 40 salên dawî de, Efganistan, ji derveyî pirsgirêkên navxweyî û xebatên komên çekdar, bûye qada mudaxeleyên hêzên biyanî. Sozên hêzên gerdûnî yên ‘avakirina dewletek di bingeha gel de’ û ‘başkirina şertan’ ji bo gelê Efgan ecamek şênber bi xwe re naniye.  

Bêhêvîtiya di xwegihandina xizmetên tenduristiyê de

Yek ji pirgirêkên herî cîdî ku gel rast tê, xwenegihandina xizmetên baş ên tenduristiyê ye. Gelek mirov ji bo xwe bigihîjînin navenda tenduristiyê ya herî nêz, neçar dimînin riya bi kîlometreyan dûr bimeşin. Di van rêwîtiyan de hinek dimrin, ger bigihîjin navendê jî gelek deman ji ber derfetên kêm û kalîteya kêm a xizmetê xetera di tendirustiya wan de zêdetir dike.

Raporên salane yên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, nîşan didin ku di dema zarokanînê de rêjeya mirina dayîk û pitikan zêde ye. Lê belê daneyên fermî tenê jinên ku xwe gihîştandine navendên tenduristiyê digre nava xwe.

Li herêmên gundewar û xizan, jinên di nava serma û xizaniyê de li malê zarokan tînin, gelek deman nakevin qeydan. Ji ber vê yekê asta rast a trajediyê veşartî dimîne.  

Bi zarokan re krîza kêmxwariniyê

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di rapora xwe ya di meha Cotmehê de weşand de, ragihand ku li Efganistanê 838.637 zarokên di navbera temenê 6 mehî û 5 salî têr xwarinê naxwin.

Têkildarî vê mijarê me bi bijîşka zarokan Yasemîn Amîrî ku li Kabîlê dixebite re hevdîtin kir û wiha got: “Li bajarên mezin ên Efganistanê tenê du nexweşxane hene, ev nexweşxane gelek caran bi derfetên gelek teng xizmetê didin nexweşan. Gelek deman di ranzeyek de du yan sê nexweş tên razandin. Ji ber dayîk, ji ber xizaniyê beriya ducaniyê û di pêvajoya ducaniyê de bi qasî pêwist e xwarinê naxwin. Ji ber vê jî zarok ji roja destpêkê ya jiyana xwe ve, rastî pirsgirêka kêmxwariniyê tên û ev rewş bi demê re daneyan xirabtir dike.”

‘Gelek dayîkên ku heta niha neçûne bijîşk hene’

Yasemîn Amîrî wiha domand: “Dayîkên ku di dema ducanîtiyê de tu caran neçûne bijîşk hene. Sedema vê ya bingehîn, kêmbûna navendên tenduristiyê û personelê tenduristiyê ye. Lê belê hinek malbat ji ber sekna dijîminatiya jinan, çûyîna nexweşxaneyê weke ‘şerm’ dibînin û destûr nadin jin biçin navendên tenduristiyê.”

‘Çareseriya rast îradeya gel e’

Yasemîn Amîrî bi van gotinan axaftina xwe bertemam kir: “Heta rêveberên zalim û sûcdar li ser desthilatdariyê bin, tenê di nava vê pergala ku berjewendiyên xwe difikire, gelê me her roja biçe wê xizantir bibin û nexweşî wan dorpêç bike. Tekane çareseriya li Efganistanê, li dijî rêveberiya xizan û zextê têkoşîn e û avakirina hikumetek ku xwe dispêre îradeya gel e. Encax wê demê wê êşên vî gelî kêm bibin.”

Îro krîza xwarin û tenduristiyê ya li Efganistanê, rasterast bi xizanî, kêmaniya xizmetên tenduristiyê û polîtîkayên ne serkeftî yên dewletê ve girêdayî ye.

Heta guhertin neyê esasgirtin û binyada dewletê ji nû ve li gorî berjewendiyên gel neyê sererastkirin, jin, zarok û beşên bê parastin wê bedelên herî giran bidin.

Civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û civaka sivîl a li Efganistanê divê ji bo reforman zextê bike û di mijara pêkanîna alîkariyên ku balê dikşînin ser hedefê û bi bandor in de roleke girîng heye. Lê belê di encamê de, guherîna mayînde bi rêbazeke berpirs a xwe dispêre îradeya gel pêkan e.