Li Fransayê di 2024’an de 272 hezar bûyerên tundiya navmalê
Wezareta Karên Hundirîn a Fransayê, ragihand ku di sala 2024’an de 272 hezar û 400 bûyerên tundiya navmalê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qeydkirin û li gorî sala borî bûyerên tundiya navmalê ji sedî 0,4 zêde bûye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn a Fransayê ve hatine eşkerekirin, li gorî sala borî bûyerên tundiya navmalê ji sedî 0,4 zêde bûye.
‘Bûyerên tundiya navmalê di sala 2023’an de ji sedî 10 zêde bûye’
Serwîsa Îstatîstîkê ya Ewlekariya Hundirîn (SSMSI) di daxuyaniyekê de got, “Hema hema mîna sala 2023’an e." Bûyerên tundiya navmalê di sala 2023’an de ji sedî 10 zêde bûye.
Li gorî daneyan, ji sedî 84 jê jin in, ji sedî 85 gumanbar mêr in. Di nava cureyên tundiyê de ji sedî 64 fizîkî, ji sedî 31 psîkolojîk an devkî û ji sedî 5 jî zayendî ye.
Bûyerên tundiyê, herî zêde li herêmên Pas-de-Calais, La Réunion, Nord, Somme û Seine-Saint-Denis qewimîne.
Li gorî SSMSI’yê duqat zêdebûna bûyerên tundiya navmalê yên di navbera salên 2016 û 2023’yan de “Ji ber wêrekiya jinan a axaftina li ser mijarê" û “Li yekîneyên polîs û cendermeyan baştirkirina şert û mercên mexdûran “ve girêdayî ye.