Li Quneytrayê zarokekî biçûk di hewldana revandinê de birîndar bû
Rûxmê bertekan jî, bûyerên revandina zarokan a li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de zêde dibe.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Sûriyeyê ya di bin kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam de, di nava nebûna çavdêriya qanûnî û cezayên bibandor de, bûyerekî din hate jiyîn.
Îro 23’ê Cotmehê li Quneytra ya Sûriyeyê zarokek dema ku hewil hate ji aliyê sê kesan ve bê revandin birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, çekdarên nenas hewl da bi zorê zarok bixin erebeyê, lê zarok qîr kir û parastina xwe kir, piştre çekdarekî hewl da zarok bixe sendoqa erebeyê. Çavkaniyan da zanîn ku bi hewla xwefilitandinê zarok yek ji wan gez kir. Xwendekarên dibistanê jî ev yek dîtin û qîr kir. Ji ber wê ew kes revîn û di dema revê de pêlî zarok dikin û bi giranî birîndar dibe û radikin nexweşxaneyê.
Di nava vê mehê de cara duyemîn hewildana revandina zarokan çêbû. Di 6’ê Cotmehê de, xwendekarê pola heştemîn Mohamed Qais Haydar ji aliyê komeke ji çar çekdaran ve li derveyî dibistana xwe li Lazkiyê hate revandin. Bûyer li ber çavên xwendekar û niştecihên derdorê qewimî û ev yek di nav civaka herêmî de bû sedema hêrs û fikarên ewlehiyê.
Tê diyar kirin ku li bajarên di bin kontrola HTŞ’ê de bûyerên revandinê yên bi taybetî zarok û jinan hedef digrin zêdebûne û nebûna çavdêriya qanûnî û cezayên bibandor van sûcan zêde dike.