Li Hamayê komên tundrew "cil û bergên şerîetê" li ser jinan ferz dikin
Afîşên ku kontrola li ser bedana jinan ji nû ve zindî dikin, li bajarê Hamayê ya Sûriyeyê bi navê "cil û bergên şerîetê" li kolanan hate daliqandin. Ev, quralên ku DAIŞ’ê di demên berê de li Sûriye û Iraqê bi darê zorê ferz dikir, tîne bîra mirovan.

Navenda Nûçeyan – Bikarhênerên medyaya dîjîtal wêneyên afîşên li bajara Hama yê ya Sûriyeyê ku ji jinan re banga li xwe kirina "cil û bergên şerîetê” dike, parvekirin. Ev bangan, li herêmên di bin kontrola cîhadîstê HTŞ’ê de zêde dibin.
Ji nû ve rojevbûna banga "cil û bergên Şerîetê" nîşan dide ku hişmendiya radîkal û zordar li herêmê berdewam e. Afişên bi vî rengî vê dawiyê li navenda bajarê Hamayê û bi taybetî jî li nêzîkî Zanîngeha Hamayê û li ser panoyên reklamê hatin daliqandin.
Di afîşan de tê gotin ku divê jin "li gorî daxwaza Xwedê" cil û berg li xwe bikin, ango divê laş, rû û lingên wan xuya nebe. Ev yek qanûnên cil û bergên ku DAIŞ’ê li ser jinan ferz dikir, tîne bîra mirovan.
Afîşên heman awayî, di hefteyên dawî de li Heleb û Şamê jî derketine holê. Li gorî çavkaniyên herêmî, ev kampanyayan azadiyên jinan sînordar dikin û zexta civakî zêde dikin.