Suweyda bi pêşengiya jinan carek din radibe ser piyan
Jinên Suweydayê di nava şerê qewimî de rolek girîng dilîzin. Jinan di rizgarkirina birîndaran, paqijkirina nexweşxaneyan û belavkirina dermanan de cih digrin û pêşengiyê ji civakê re dikin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Tevî zêdebûna binpêkirinan ku barê bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê giran kiriye û wêranî û trajediyê li dû xwe hiştine, jinan di nava nalîn û bêhna mirinê de berpirsyariya vejandina civaka xwe hilgirtine ser xwe. Di nav kaos û wêraniyê de, dîmenên hevgirtina gel û piştgiriya mirovan derdikeve holê.
Li gorî zanebûna xwe piştgirî da tîmên tenduristiyê
Li Nexweşxaneya Neteweyî ku êş û hêvî bi hevre tên jiyîn, Reşa Kşûr ne ji bo alîkariya bijîşkî hatiye nexweşxaneyê, wek welatiyek ku birayê xwe yê birîndar vediguhezîne. Lê tiştên dît hişt ku dev ji fikra çûnê berde û biryar da ku bimîne û bibe beşek ji tîma westiyayî ya li qada şer. Reşa Kşûr, der barê mijarê de wiha got: "Min hewcedariya alîkariyê bi tevahiya nexweşxaneyê hîs kir. Ji roja ewil ve, min dest bi alîkariya wan kir, li gorî zanebûna xwe min piştgirî da tîmên tenduristiyê. Di roja duyemîn de min dermanên wek serum, parasetamol û dermanên dijî-iltihabê peyda kirin. Her wiha beşdarî daxistina wesayîtên Heyva Sor û paqijkirina nexweşxaneyê bûm."
‘Em ji mirinê reviyan lê di rê de rastî mirinê hatin’
Semahêr Şiya ku ji ber bombebaranê gundê xwe Samî ya li gundewarê rojavayê Suweydayê ji cih û warên xwe bû, wiha dibêje: "Dema me bihîst ku ew ê bi tankan bikevin gundê me, ez bi hevjîn û 3 keçên xwe re ji mala xwe derketin. Her wiha ez ducanî bûm. Em li benda otomobîlekê bûn ku alîkariya me bike ku em ji gund birevin, wê demê dronek me bombebaran kir û hevjînê min birîndar bû. Em bi zehmetî gihîştin Suweydayê. Em li nexweşxaneyê dimînin û hevjînê xwe tedawî dikim. Niha em bêmal in, malên me talankirin û şewitandin, ji milkên me tiştek nemaye û dema ku em ji nexweşxaneyê derdikevin em nizanin em ê biçin kuderê."
Êşa gelê Suweydayê hildigrin ser milên xwe
Seroka Komeleya Xêrxwaziyê ya El-Cewhera Menal El-Henawî, da zanîn ku li benda vexwendineke fermî nema ye ku piştgiriya xwe pêşkêş bike. Ew bi komek hevalên xwe re êşa gelê Suweydayê hilgirt ser milên xwe û wiha got: "Du roj berê, me li nexweşxaneyê dest bi xebatê kir. Em ji ber fikara gelê xwe ya di nav van şert û mercên dijwar ên li Suweydayê jiyîn de hatin. Em hewl didin bi qasî ku ji destê me tê alîkariyê bikin. Duh, me alîkariya bijîşkî veguhezand û îro me nexweşxane paqij kir ku bêhna mirinê jê dihat. Em li Suweydayê yek beden in, me av û nan parve kir. Em ê bibin yek û li ber xwe bidin."