SHOR: Di nîvê meha Mijdarê de 40 kes jiyana xwe ji dest dan
Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di 15 rojên ewil a meha Mijdarê de 6 jê jin 40 kes di cînayetên tolhildan û sûc de hatin qetilkirin û ev rewş ji ber valaha ewlehiyê ya mezin a li gelek deverên Sûriyê pêkhat.
Navenda Nûçeyan – Daneyên têkildarî mexdûrên cînayet û sûcan, nîşan didin ku rewşa ewlehiyê li Sûriyê xirabtir bûye û çekên bêkontrol belav bûne. Nebûna mekanîzmayên ewlehî û hesabdayînê, sivîlan bi çerxa tundiyê ya rojane re rû bi rû dihêle.
Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di 15 rojên ewil a meha Mijdarê de 6 jê jin 40 kes hatine qetilkirin û 14 kes jî di êrîşên mezhebî de li deverên cûda yên Sûriyê jiyana xwe ji dest dane. SHOR’ê, destnîşan kir ku ev sûcan ji ber zêdebûna tolhildan, tundiya mezhebî û sûc pêk hatine.
Ev hejmara xwînî, nebûna tedbîrên bi bandor ji bo pêşîgirtina li sûcan an şopandina sûcdaran a li deverên ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve tên kontrol kirin, nîşan dide. Dema ku cînayet û darvekirina bê ceza dimînin, lêpirsînên pêwîstên dibê ji bo misogerkirina edaletê û şikandina çerxa tundiyê bên kirin jî tên paşguh kirin. Ev rewş netêrkêriya saziyên berpirsiyarê parastina sivîlan û bicîhanîna qanûnê, radixe berçavan.
Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), diyar kir ku nebûna tedbîrên hiqûqî yên pêşîlêgirtinê, belavbûna çekan û valahiya ewlehiyê, ji bo dubarekirina tundiyê û kûrkirina dabeşbûnên civakî hawîrdorek berhemdar diafirîne. Zêdebûna têgihîştina gel a bêceza giştina sûcdaran, dibe sedema zirar dîtina li tevna civakî û qelsbûna ewlehiyê ya li seranserê welat.