‘Aştî mîsogeriya herî bilind a parastina zarokan û siberoja wan e’
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek da û bernameyeke çalakiyan da destpêkirin.
Qamişlo – Daxuyanî li pêşiya avahiya desteyê ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna endamên Desteya Jinan, nûnerên Navenda Lêkolînên Parastina Mafên Jinan, Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Strêk a Zarokan, Desteya Hundirîn, Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan, Weqfa Jinên Azad û saziyên sivîl hat dayîn.
Daxuyaniya bi navê Meclisa Zarokan hate dayîn ji aliya rêvebera desteyê Rohat Xelîl ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Nabe nîqaş li ser mafên zarokan were kirin, ji ber ku roj ji bo cîhaneke ewle û adilane ji bo zarokan hatiye îlankirin.”
Rohat Xelîl diyar kir ku li Sûriyeyê zarok hîna dibin qurbanên şerê ku zêdetirî 20 salan dewam dike û got, zarok êşên kişandin, koçber bûne û malbatên xwe ji dest dan, ji mafên jiyana ewle, fêrbûn û tenduristiyê bê par hatin hiştin.
Rohat bal kişand ser komkujiyên li dijî zarokan hatine kirin û bi bîr xist ku di komkujiya Qomçê de 7 zarok hatin qetilkirin. Her wiha anî ziman ku komkujî binpêkirinên qanûnên navneteweyî û peymanên mafên mirovan e.
Rohat îşaret bi rewşa zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û got: “Bi hezaran zarok ji herêmên dagirkirî wekî Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê hatin koçberkirin, ji mafê vegera ewle bê par in. Ev yek sûcekî qanûnî û mirovî ye. Li kampên koçberiyê jî zarok di mercên giran de ne û fêrbûn û lênerîna tenduristiyê kêm e. Her wiha riska tundî û îstismarkirinê jî heye. Ev jî siberoja zarokan dixe bin gefan de û êşa wan kûrtir dike.”
Rohat bi navê Meclisa Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev bangawazî kir:
-Divê tavilê herkîna xwîna gelê Sûriyeyê raweste, ji ber ku bangîneke mirovî û qanûnî ye ku nabe were taloqkirin.
-Li gorî rêgezên edaleta navneteweyî, divê hesab ji kesên sûc li zarokan kirine, were pirsîn û rê neyê dayîn ku ji ceza bifilitin.
-Ji bo vegerandina zarokên bi darê zorê ji herêmên dagirkirî koçber bûne divê xebat were kirin û bicihkirina wan li herêmeke ewle were mîsogerkirin.
-Divê mafên perwerde, tenduristî û parastina ji hemû cûreyên tundiyê yên zarokan li kampan werin mîsogerkirin.
-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê însiyatîfên aştî û lihevanînê li dar bixin, ji ber ku aştî mîsogeriya herî bilind a parastina zarokan û siberoja wan e.
Rohat da zanîn ku parastina mafên zarokên li Sûriyeyê ferz e û bang li tevahî aliyên têkildar kir ku Roja Zarokan a Cîhanê veguherînin roja nûkirina soza parastina zarokan.
Li gorî bernameyê, di navbera 16-20’ê Mijdarê de dê şahiyên moraldayînê ji zarokên di navend û baxçeyên zarokan ên girêdayî desteyê de werin lidarxistin û di roja dawîn de dê şahiyeke mezin were lidarxistin.