Li Xezayê bi hezaran nexweş li benda dermankirinê ne

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku li Xezayê derengketina tehliyeya nexweşan û mirina zêdetirê 900 kesan a ji ber dorpêçê tê wateya "fermana mirinê" û ragihand ku pergala tenduristiyê hema bejê bi tevahî hilweşiyaye.

Navenda Nûçeyan – Rûxmê ku li ser agirbestê zêdetirî mehek derbas bû jî, hêzên Îsraîlê deverên niştecihbûnê yên li Xezayê bi êrîşên hewayî û topan binpê dike. Êrîşan, dibe sedema mirinên nû û pêlên koçberiyê û pergala tenduristiyê ji ber nebûna derman û amûran û ne xwegihandina alîkariyên mirovî hema bejê bi tevahî hilweşiyaye.

WHO ragihand ku li Xezayê nêzî 16 hezar û 500 nexweş ji bo dermankirinê benda destûra derketina ji derveyî welat in û di nava wan de 4 hezar zarok jî heye. Zêdetirê 900 nexweşan ji ber dorpêç û derengketina tahliyeyan jiyana xwe ji dest dan. WHO’ê, destnîşan kir ku her derengketina tahliyeyan tê wateya "ferma mirinê" û nexweşxane ji ber kêmbûna alav, derman û personelan, nikarin xizmetê bidin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, diyar kir rûxmê agirbestê jî, rewşa tenduristiyê hêj di "felaket" de ye û xalên tenduristiyê yên nû ji ber barana zêde ji derveyî xizmetê mane.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (SAFA)’ê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê rojhilatê Xan Yûnisê êrîşên hewayî pêk anîne û di heman demê de êrîşên topbaran û gulebarana ji wesayîtên leşkerî didome.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), ragihand ku di pevçûnên li Kampa Penaberan a Eski Eskar a li Nablusê de du ciwan hatine gulebarankirin; yek ji wan jiyana xwe ji dest daye û ya din jî rakirine nexweşxaneyê. Her wiha li bajarokê El-Ramê Filistîniyek bi guleyên Îsraîlê birîndar bû.

Dema baranên dijwar di medyaya dîjîtal de bi hashtagên mîna "Xeze difetise" û "Zivistana penaberan" dibe rojev, çalakvanan dorpêça Îsraîlê mîna "şerekî qirkirinê yê berdewam" bi nav dikin.