Li Xuzistanê heft bajar di bin rîska tenduristiyê de ye
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Rêveberiya Giştî ya Parastina Jîngehê ya Xuzistanê, ragihand ku hewayê li heft bajarên parêzgeha Xuzistanê "ne tendurist" û "sor" e.
Navenda Nûçeyan – Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Rêveberiya Giştî ya Parastina Jîngehê ya Xuzistanê Şehryar Eskerî, di daxuyaniya xwe ya li ajansên nûçeyan ên navxweyî yên Îranê de, ragihand ku qalîteya hewayê ya li heft bajarên Xuzistanê gihîştiye astên "netendurist" û "sor". Ev rewşa di asta hişyarî de, îro saet 7:00’ê sibehê li gorî daneyên ji pergala çavdêriya qalîteya hewayê ya welat, hate tesbît kirin.
Li gorî daneyên Pergala Çavdêriya Kalîteya Hewayê ya Neteweyî, Ahwaz, Abadan, Xuremşehr, Mahşehr, Axacerî û Behbehhan jî di nav de li gelek îstasyonên li Xuzistanê, nirxên PM2.5 di navbera 151 û 177’an de hatine pîvandin û hewaya van bajaran mîna "ne tendurist” (asta sor) hatiye ragihandin. Dema hewaya li Dezful, Şûştar, Malaşanî, Mahşehr, Axacerî û Heftgel mîna "porteqalî" angot ji bo komên hesas ne tendurist hat nirxandin, tenê li Xuweyza, Endîmeşka, Lalî û Endîka di astên "tê qebûlkirin" de maye. Li Xuzistanê tu bajar neket kategoriya "hewaya paqij".
Li gorî Endeksa Qaliteya Hewayê (AQI), ji komên di navbera 151 û 200 bê tendurist tê qebûl kirin. Hewaya di vê astê de rîska nexweşiyên hilmij, dil û damaran zêde dike. Kesên bi astim, zarok û extiyaran bêtir bandor dibin. Têkiliya demdirêj a bi PM2.5 re, dikare bibe sedema nexweşiyên kronîk ên pişikê.
‘Ji sedî 70’ê giliyan zarokên di bin 14 salî de ne’
Bandorên qirêjiya hewayê bandor li pergala tenduristiyê jî kiriye: Dibistanên li 24 navçeyên Xuzistanê heta dawiya mehê derbasî perwerdehiya ji dûr ve bûn. Rêveberê Navendên Nexweşiyan, Teşhîs û Dermankirinê ya Zanîngeha Jundishapur Musib Refii-pur, ragihand ku di 18 mehên borî de giliyên dil û nefesê ji sedî 66 zêde bûne û ji sedî 70’ê giliyan zarokên di bin 14 salî de û ji sedî 50’î jî di bin 6 salî de ne. Di 24 saetên 10’ê Mijdarê de, hezar û 100 kesan serdana nexweşxaneyan kirine û ev yek jî rekora salê şikandiye.
Di vê payîzê de li nexweşxaneyên girêdayî zanîngehê zêdetirê 38 hezar nexweş ji ber qirêjiya hewayê serlêdan kirine û ev yek li gorî sala borî ji sedî 20 zêdetir e. Pisporan, destnîşan dikin ku her çend qirêjiya hewayê kronîktir dibe, nexweş bi nîşanên girantir re rû bi rû dimînin. Rêveber, diyar kir ku hin nexweşên dil û şekir ên ku berê tenê bêhna wan teng dibû, niha êdî hewceyê razandina nexweşxaneyê ne.