Li Wanê ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê daristan hat vekirin

Li Wanê ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê li quntarê Çiyayê Artosê “Daristana Rojîn Kabaîşê” hate çêkirin.

Wan – Şaredariya Westanê ya Wanê a DEM Partiyî û Komeleya Jiyana Ekolojîk (Van EKO-DER), ji bo bîranîna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, li quntarê Çiyayê Artosê “Daristana Rojîn Kabaîşê” çê kir. Li daristanê 15 hezar şitlên darên berûyê û 400 şitilên darên cuda hatin danîn. Li daristanê pankarta “Ji bo Rojînê edalet” û “Li qeraxê Gola Wanê ji bo bîranîna Rojînê” hatin hilayîstin. 

Nûnerên rêxistina DEM Partiyê ya Wanê, Van EKO-DER’ê, hevşaredarên navçeyên Wanê û gelek rêxistinên civaka sivîl ji bo danîna şitilan hatin daristanê.