Li Lubnanê jinan tundiyê nîqaş kirin
Li Lubnanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê têkildarî tundî, sedem û encamên wê yên li ser civakê panelek hate li dar xistin.
Beyrûd – Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de Kongra Star û Yekîtiya Çandî û Civakî ya Newrozê, der barê tundî, sedem û encamên wê yên li ser civakê li Lubnanê panelek li dar xistin.
Panel, îro di çarçoveya amadekariyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de bi sernavê "Rastiya Tundiya Li Dijî Jinan… Zehmetî û Perspektîfên Guhertinê" hate li dar xistin.
Panel, bi beşdarbûna jinên ji civakên Kurd û Lubnanî dest pê kir. Di panelê de jinên ku ji ber şer an jî girtinê jiyana xwe ji dest dane hate bibîranîn. Piştre Seroka Komîteya Karûbarên Jinan Henan Osman, çîroka Roja Cîhanî ya Li Dijî Tundiya li dijî Jinan vegot. Henan Osman, destnîşan kir ku ev roj her sal ji aliyê rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan û UNICEF ve tê bîranîn û ev roj ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve piştî qetilkirina Xwişkên Mirabal a li Komara Domînîkî ya ji aliyê dîktator Rafael Trujillo ve hate qebûl kirin.
Henan Osman, di berdewamiya axaftina xwe de behsa şêweyên domdar ên tundiya civakî ya li dijî jinan û bandora wê ya neyînî ya li ser malbat û civakê kir û da zanîn tundî bi demê re bandor li ser zarokan dike. Henan Osman, behsa rola neyînî ya ku medyaya dîjîtal a di belavkirina rêbazên tundî û zêdekirina bandora wê li ser nifşê ciwan de dilîze kir.
‘Jinên Kurd rola xwe ya pêşengiyê îspat kirin’
Rêvebera Kongra Star a li Lubnanê Leyla Muhammed, diyar kir ku jinên Kurd di seranserê dîrokê de bi gelek cureyên tundiyê re rû bi rû mane, lê bi saya fikir û felsefeya Abdullah Ocalan têgihîştina civakê ya li dijî jinan guhertine. Leyla Muhammed, destnîşan kir ku jinên Kurd rola xwe ya pêşengiyê îspat kirine û li dijî hişmendiya serdest a mêran rawestiyane.
Leyla Muhammed, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Jinên Kurd rûxmê hemû zehmetiyan jî, bi beşdarbûna xwe di têkoşîna li dijî terorê û helwesta xwe ya li dijî rêxistinên terorê yên herî xeternak re ji bo jinên li seranserê cîhanê bûne mînak û sembola îradeya azad. Dema ku jinek rola pêşengiyê digre ser xwe, dikare maf û azadiyên xwe li dijî tevahiya cîhanê biparêzin.”