Şeş welatiyên Bahayî hatin girtin
Şeş welatiyên Baheyî yên bi navê Nagmeh Mîrzaaga, Mehîn Sa'adatmand, Mahşîd Sefîdî, Samar Mesudî, Mona Zekaî û Nasir Receb ên li Keracê dijîn, hatin girtin û sewqî Girtîgeha Keçûî ya bajarê Keracê hatin kirin.
Navenda Nûçeyan – Îro 6 welatiyên Baheyî yên bi navê Nagmeh Mîrzaaga, Mehîn Sa’adatmand, Mahşîd Sefîdî, Samar Mesudî, Mona Zekaî û Nasir Receb ên li Keracê dijîn, ji aliyê Şaxa 7’an a Daggeha Şoreşê ya Kerac ve ji bo pêkanîna cezayê girtîgehê yê hatin birin bikşînin, şandin Girtîgeha Keçûî ya bajarê Kerac. Ev hemwelatiyan, di 12’ê Cotmehê de ji bo bicîhanîna cezayên xwe hatibûn bang kirin.
Welatiyên Baheyî ku li Kerac dijiyan, di 6’ê Tîrmeha 1403’an de ji bo dozgeriyê hatibûn bangkirin û piştî lêpirsînê bi kefalet hatibûn berdan.
Rûniştinên dadgehê ya doza van kesan, di 10’ê Gulana îsal û 13’ê Adara 1403’an de li şaxa 2’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Keracê hate dîtin. Di encamê de, dadgeha yekem ji bo her yekî ji wan 10 meh cezayê girtîgehê, du sal qedexeya derketina derveyî welat û du sal qedexeya çalakiyên civakî lê birî.
Piştî rûniştina dadgeha Îstînafê di 8’ê Îlonê de, Şaxa 12’emîn a Dadgeh Îstînafê ya Parêzgeha Alborzê cezayê her yek ji wan guherî 5 meh cezayê girtîgehê, du sal qedexeya derketina derveyî welat û du salan jî qedexeya çalakiyên civakî.