Serkeftina rojnamevanên jin ên Sûdanê: Du xelatên bronz

Rojnamevanên Sûdanê Aya El-Baz, Reşa Îbrahîm bi dosya û nûçeyên ku amade kirine layîqî xelata bronz a 47’yemîn Xelatên Telly hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan – Medyaya Sûdanê bi ragihandina ku rojnamevan Aya El-Baz û Reşa Îbrahîm di 47’emîn Xelatên Telly de du xelatên bronz girtin, şahidî ji serkeftinek nû re kir.

Herdu rojnamevan bi xebatên xwe yên ji aliyê kenala ‘El Hurra’ ve hatî amadekirin layîqî xelatê hatin dîtin. Xebatên wan, di organîzasyona ku îsal ji herêmên cûda yên dinyayê gelek saziyên produksiyon û medyayê beşdar bûyî de derket pêş. 

Rojnamevan Aya El-Baz bi nûçeya xwe ya bi sernavê ‘Vejînkirina Zanîngeha Xartûmê li Sûdanê’ xelat girt. Nûçe, ji ber eleqeya kûr a mirovî, teqdîrek berfireh wergirt.

Xebat jiyana li paytext Xartûmê bi vegotinek dîtbarî ya bi bandor digre dest, tevî hemû zoriyan, hêza civaka akademîk û hewldana zanîngeha herî bi kok a herêmê dîsa bide jiyîn raxist ber çavan.

Rojnamevan Reşa Îbrahîm bi nûçeya xwe ya bi sernavê ‘Darfûra jibîrkirî: Edaleta parçebûyî û sûcên berbelav’ layîqî xelatê hate dîtin. Nûçe pirsgirêkên edaletê yên li herêmê û binpêkirin bi zimanek cesûr û vekirî girt dest.

Di nûçeyê de peyama ‘rojnamegeriya rastîn ne ji bîr dike û ne jî bêdeng dimîne’ derket pêş, rastiya mirovî ya tevlîhev, bi awayek dîtbarî belge kir û êşên ku gel di nebûna edaletê de dijîn kir rojev.

Pirsgirêkan radigihînin

Ev serkeftin wek sûdek girîng a bi taybet hebûna qadên ‘çîrokên mirovî’ û ‘vegotinên dîtbarî’ di platformên navneteweyî ya medyaya Sûdanê de tê nirxandin.

Di heman demê de rojnamevanên Sûdanê, naveroka profesyonel û bi kalîte êş û hêviyê belge dike û pirsgirêkên ku Sûdan pê re rû bi rû ye ji temaşevanên cîhanî re ronî dike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye Xelatên Telly ji 1979’an ve, bi armanca rûmetkirina xebatên bijare ya di qada tora dijîtal de, dîmen û televizyonê de her sal xelat tê dayîn, yek ji xelatên herî girîng ên dinyayê ye.