Heyeta DEM Partî ji Girava Îmraliyê vegeriya
Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Navenda Nûçeyan –Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bûn îro çû Girava Îmraliyê.
Endamên Heyeta Îmraliyê ku ji parlementerên DEM Partiyê Perwîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqa Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, piştî hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Tê payîn ku Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê pişt re daxuyaniyê der bar hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdulla Oalan re bide.
Heyeta Îmraliyê herî dawî di 27ê Adarê de li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbû.