Li hember biryara hikûmeta demkî ya guhertina navê dibistanan nerazîbûn
Mamoste û xwendekarên Qamişloya Rojavayê Kurdistanê têkildarî biryara hikûmeta demkî ya Şamê ya ji bo guhertina navên dibistanan, gotin ku “Zimanê me xeta sor e. Em napejirînin ku navê dibistanên me bê guhertin.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi her biryarek ku digre, hêrsa Kurdan radike. Hikûmeta demkî niha jî biryar da ku navê dibistanên li Rojavayê Kurdistanê biguherîne. Gel li hember vê biryarê bertekên tund nîşan dide. Niha jî gel ji bo mîsogerkirina mafê navên bi Kurdî herikî qadan. Navên cangoriyên ku ji bo parastina herêmê û gelê xwe fedakariyên mezin nîşan dan, li dibistanan hatine kirin. Gel dixwaze ku ev nav bên mîsogerkirin. Gelek mamoste û xwendekar bawer dikin ku binavkirina saziyên perwerdehiyê li ser navê şehîdan, rêyek ji bo rêzgirtina li fedekariyên wan û parastina dîroka wan di bîra nifşên pêşerojê de ye.
Mamoste û xwendekarên ji bajarê Qamişloyê, têkildarî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya derbarê guhertina navên dibistanan, ji ajansa me re axivîn.
‘Me navê gelek dibistanan li ser navê şehîdên ji pêkhateyên Ereb hiştin’
Mamoste Mihdiya Mihemed têkildarî biryara hikûmeta demkî ya guhertina navên dibistanan de nerazîbûna xwe anî ziman. Mamoste Mihdiya diyar kir ku biryara hikûmeta demkî nayê pejirandin û wiha got: “Rêza me ji şehîdên tevahî pêkhateyan re heye, pirsgirêka me ne guhertina navê dibistanan e. Lê belê pirsgirêk ew e ku bi van guhertinan rêz li keda şehîdên Rojavayê Kurdistanê nehatiye girtin. Rojavayê Kurdistanê bedêlên giranbuha dane, ji ber vê yekê nayê qebûlkirin ku navê dibastanên me yên ku li ser navê şehîdên Rojava ye bê guhertin. Destpêka ku me navê dibistanan guhert, me navê gelek dibistanan li ser navê şehîdên ji pêkhateyên Ereb hiştin.”
‘Em ê xwedî li ked û fedekariyên şehîdan derkevin’
Mamoste Mihdiya Mihemed bang li tevahî cîhanê kir ku navê dibistanên ku li ser navê cangoriyên Rojava hatine dayîn nayên guhertin û wiha pê de çû: “Em wekî mamoste dibêjin ku emê ked û têkoşîna ji bo zimanê Kurdî di dirêjiya 15 salên şoreşê de hatiye dayîn, biparêzin. Zarok û xwendekarên me ji refa yekem û heta ku gihîştine zanîngehê, bi zimanê Kurdî xwendine. Ji ber vê yekê ji bo şehêdên me tiştê herî kêm ku em bikin ew e ku em xwedî li ked û fedekariyên wan derkevin û mîrateya wan bi navlêkirina dibistanan zindî bihêlin. Banga me ji tevahî cîhanê re ew e ku guhertina navê dibistanan xeta me ya sor e. Şehîdên me ji bo ziman, çand û dîroka xwe canê xwe feda kirine.”
‘Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye’
Xwendekar Hemrîn Heyder a ku refa 12’an li dibistana Şehîd Jîr dixwîne, diyar kir ku ziman hebûn û nasnameya her gelekî ye. Hemrîn got “Pêwîst e di her qadekê de em şehîdên xwe bibîr bînin” û wiha domand: “Pêwîst e her netewek bi zimanê xwe bixwîne. Ji ber ku asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye. Ziman hebûn û nasnameya her kesî ye. Her û her dewletên desthilatdar hewl dane ku bi riya têkbirina ziman û çanadan, hebûna civakan tune dikin. Dûrketina ji ziman, dûrketina ji kesayet e. Her wiha ji bo biryara guhertina navên dibistanan ew yek tu carî nayê qebûlkirin.”
‘Em ê li ser gund û bajaran, li ser çiya û zinaran ‘şehîd namirin’ binivîsin’
Xwendekar Hêrîvan Elî ya ku li dibistana Şehîd Jîr refa 12’an dixwîne, da zanîn ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi hezaran şehîd dane, ji ber vê yekê guhertina navê dibistanan nayê qebûlkirin û wiha got: “Ez wekî xwendekarek, dibêjim ziman ji bo min ew kaniya ku ez jê çîrokan digrim e. Hest û netewa gelê Kurd destpêkê ji ziman, wêje û çanda Kurdî tê diyarkirin. Em wekî neteweya Kurd dibêjin ziman ji bo me ‘ew xeta sor e’. Di heman demê de ji bo guhertina navên dibistanan, em ê tu carî nepejirînin û têkoşîna me ji bo wê dê bidome. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi hezaran cangorî dane, em ê li ser gund û bajaran, li ser çiyan û zinaran ‘şehîd namirin’ binîvisînin.”