Abdullah Ocalan: Demokratîkbûyîn pêdiviyek bingehîn e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi şandeya DEM Partî re got: “Demokratîkbûyîn pêdiviyeke bingehîn e û serkeftina pêvajoyê me nêzî vê armancê dike.”
Navenda Nûçeyan – Endamên Şandeya Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Perwîn Buldan, Mithat Sancar û Faîk Ozgur Erol ku duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên girtî yên li Îmraliyê re civiyan, daxuyaniyek nivîskî dan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, êrîşa polîsan a li ser avahiya CHP'ê û geşedanên heyî de daxuyanî û hişyariyên girîng da.
Di daxuyaniya şandeyê de, ev nirxandinên Abdullah Ocalan cih girtin:
“Civakên ku xwedî hêrsekî mezin in bêyî fikir û nirxên etîk nayên veguherandin. Civak li hemû qadên jiyanê ji etîkê bigire heta siyaset, hiqûq û aboriyê xitimandinekê dijî. Lewma em di pêvajoyê de israr dikin û ecele dikin.
Ez wisa difikirim ku konjektura Rojhilata Navîn ji her tiştî re vekirî ye. Dewletên weke Îsraîl û Îranê tûj dibin û wisa xuya dike ku dê hê tûjtir jî bibin. Li Rojhilata Navîn xurtkirina netewperestiyê, ji hev cihekirin û mezinkirina netewperestiya teng zerarê dide. Em pêvajoyeke ku çavdêriya geşedanên bi rîsk dike, pêşî li vê bigire û hesabên xwîndariyê ji holê rake bi rê ve dibin. Helbet ya girîng ew ê ku hemû tiştên tên kirin bi qanûnan dikare bê mîsogerkirin. Li bendemayîn û tevgerîna bi bendewariyê tenê xetereyan derdixîne. Dema me ya ku em winda bikin tune ye. Ez bawerim hemû aktor dê bi vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin û Meclîs jî dê xebatên xwe bi vê hesasiyetê bi rê ve bibe.
Demokratîkbûyîn pêdiviyeke bingehîn e
Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike. Sererastkirina qanûnan dê bibe pêvajoyeke avakirina înşayeke pozîtîf a rasteqîn û demokrasiyê. Demokratîkbûyîn pêdiviyeke bingehîn e û serkeftina pêvajoyê me nêzî vê armancê dike.
Gelo ketina bi zorê ya navenda giştî ya partiyeke siyasî, bi şikandina deriyê wê ya bi balyozê, li gorî rêbazên demokrasiyê ne? Pêkanînên li ser Partiya Gel a Komarê (CHP) û geşedanên ku diqewimin, bi nebûna demokrasiyeke rast û siyaseteke demokratîk re têkildar in. Sedema ku rewş anî vê astê bêparbûna ji prensîba demokrasiyê ya di bingeha komarê de ye. Encamên nêzîkbûna li demokrasiyê mîna ku luksek, demagojiyek an jî gotegotek be û biçûkdîtina demokrasiyê şaşiyeke giran û girîng e. Tu rewşeke ku bi qasî pêşxistina pênaseya demokratîk a komarê lezgîn be, nîn e.
‘Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin pêvajoyê'
Em di vî welatî de hewl didin ku zemîna vê pêş bixin û îmkanên wê mezin bikin. Dema ku em li Îmraliyê ber bi çareseriyê ve ber bi gavên qanûnî ve diçin, amadekirina komarê ji bo derketineke demokratîk û hiqûqeke demokratîk pir girîng dibînin. Em vê weke gaveke ji bo jiholêrakirina kêmasiya demokrasiyê ya di nav partiyê de û di navbera partiyan de jî dibînin. Divê beramberiya hemû hewldanan; gihandina komarê ya bi naverok û çandeke demokratîk û avakirina pergaleke saxlem a hiqûqî erkeke sereke be. Li ser vê bingehê ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Ev e wateya entegrasyona Kurdan a di komara demokratîk de. Em hewl didin rewşeke ku bi salan e ji ber meseleya Kurdî asê maye, derbas bikin. Hêmana şîdetê ya ku ji meseleya Kurdî çavkaniya xwe digire, bi sîstematîka çareseriyê tê derbaskirin. Em dikarin ji vê pêvajoyê re pêvajoya ji nû ve birêkûpêkkirin, nûjenkirin û modernîzekirina têkiliyên Tirk û Kurdan jî bibêjin.
‘Di vê serdemê de ku herî zêde pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye’
Peyamên ronakbîr û akademîsyenên navneteweyî yên ku piştgirî dane pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, kirin pirtûk. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim destnîşan bikim ku ez amade me her cure pêşniyar, rexne û tevkariyan bi awayê herî hûrgilî binirxînim. Di vê serdemê de ku herî zêde pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye, ji bo piştgiriya wan a pir girîng, ez silav li wan hemûyan dikim.”