Albuma hesreta 22 salan: Êş berxwedan û hêvî

Hevjîn û birayê wê 22 sal in girtî ne, birayê wê îşkence dît, birazayê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Aynzelîha Çelîk, têkoşîna xwe bi gotina ‘Em di riya rast de ne’ domand. Bi hêviya ku dê rojek hevjînê xwe bibîne.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Riha – ‘Min dîmen û wêne kişand, dema ew derket derve, tiştên ku di wan salan de hatin jiyîn yek bi yek ez ê ji wê jê re bibêjim, ez ê hemû tiştan jê re bibêjim, ji ber ne mezinbûna zarokên xwe dît ne jî daweta wan, neviyên xwe nas nekir...” Ev gotinên Aynzelîha (Acar) Çelîk in ku beriya cejna Qurbanê me serdan wê kir.

Ji bo Aynzelîha Çelîk a 52 cejn, berevajî rojek ku mirov li hezkiriyên xwe digerin, tên ba hev, roja ku bêrîkirin du qat zêde dibe ye. 

Aynzelîha Çelîk ku beriya 22 salan dema hevjînê wê hat girtin zarokên wê yê herî biçûk 7 mehî û ya herî mezin jî 7 salî bû, bi 6 zarokên xwe re têkoşînê didomîne û bi gotina “Min temenê xwe bi gelek tiştan derbas kir” diyar dike ku ew niha hêvî dike pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîje serkeftinê. Vê ne tenê ji bo hevjînê xwe yê j êre dibêje ‘hevrê’ û bigihîje bavê zarokên xwe, ji bo yên li çiyayan, bikaribin vegerin malên xwe dixwaze.

Em çîroka Aynzelîha Çelîk ji wê guhdar dikin:

“Di sala 1993’an de ez bi Mehemt Salih Çelîk re zewicîm. 6 zarokên min hene. Di navbera her zarokek min de tenê salek heye. Min têkoşîna azadiyê bi dayîk û birayên xwe nas kir. Hevjînê min Mehmed jî dilsozê têkoşîna azadiyê bû. Lê belê ji ber 6 zarokên min hebûn, ez hinek caran bi fikar bûm. Ez ditirsiyam bên kuştin an jî girtin.”

Lê belê fikar û tirs neket pêşiya têkoşînê. Aynzelîha diyalogek ku di sala 2000’an de di navbera wê û hevjînê wê de derbas bûye wiha tîne ziman: “Min ji hevjînê xwe re got 6 zarokên me hene, ger tiştek were sere te em ê çi bikin. Wî ji min re got ‘ev têkoşîn e’, berê xwe da têkoşînê. Di 11’emîn salvegera zewaca me de hat girtin.”

Hevjînê wê birayê wê û birayê hevjînê wê heman rojê hatin girtin

Hevjînê Aynzelîha Mehemet Salih û birayê wê Mehmed Acar, di sala 2000’an de ji mirina polîsek berpirs hatin dîtin, hatin binçavkirin û girtin. Cihê ku lê hatin binçavkirin ji ber mala birayê Aynzelîha Kadîr bû, ew jî ji ber ‘alîkariyê’ hat girtin.

Hevjînê  wê 36 sal û birayê hevjînê wê Mehmed 170 sal ceza girtin. Birayê wê Kadîr jî piştî 8 salan hat berdan.

Aynzelîha ku hevjîn, birayê hevjînê wê û birayê wê girtîne, ji wê rojê ve bi temenê ku li pişt deriyên girtîgenê derbas dibe bş êş, bêrîkirin û berxwedanê dijî.

Eynzelîha diyar dike ku navê şoreşgeran li zarokên xwe kiribû, Stêrk, Harun, Delîl, Mazlum, Vedat û Îbrahîm û got: “5 kur û keçek min hebû. Kurê min ê mezin beriya 8 salan dema 17 salî bû erebeyek lê da û jiyana xwe ji dest da. Bavê wî girtî bû, nehat şîna kurê xwe.”

Aynzelîha da zanîn ku di nava têkoşînê de her hest heye û got: “Lê di hundir de bê hêz disekinin lê belê evqas windahî giran e.”

‘Li ber deriyên girtîgehan min bi sedan malbat nas kirin êşa hemûyan yek bû min ji wan hêzê girt’

Dema tiştên jiyane vedibêje zoriyê dikşîne û dem bi dem çavê wê tije rondik dibin.

Lê belê hebûna mirovên li derdora wê heman êşê jiyane, bûye sedem ku li hemberî tiştên jiyane xwe li ser piyan bigre. Aynzelîha tiştên jiyane wiha vedibêje: “Dema li gund bûm, dikaribûm çandiniyê bikim, ez di baxçeyên kesên din de xebitîm, hinek caran min malan paqij kir, zarokên xwe wiha mezin mezin kir. Ya ku hêz da min hebûna bi hezaran malbatên weke min bû. Ez wan difikirîm, bi vî awayî ez ji heqê êşên xwe derdiketim. Ez li gelek girtîgehan geriyam, li ber deriyên girtîgehan min bi sedan malbat nas kirin, keç, kur, dayîk, bav êşa hemûyan weke ya min bû. Min digot êşên me yek in, bi salan li tevî van zoriyan wiha li ser piyan sekînim, ez difikirîm ku em mafdar in, doza me doza nasname û ziman bû, em mafdar bûn.”

‘Dem gelek dereng derbas dibû salek weke hezar salan bû’

Aynzelîha, bi awayekî serbilind behsa têkoşîna mafdar dike, dibêje ku tevî Kurdan ewqas windahî, komkujî, çîrokên îşkenceyê dîtine jî hê di aştiyê de îsrar dikin û wiha didomîne: “Bi salan min got ez nagirîm, min got divê li ser lingên xwe bisekinim, zarokek min mir divê yên din ez mezin bikim, bavê wan li ba wan nebû, weke dayîka wan divê min cihê wî jî bigirta. Ez wiha dibêjim lê belê dem gelek dereng derbas dibû, salek weke hezar salan bû, heta zarok mezin bûn. Êdî zarokên min dixebitin, min zarokek xwe zewicand. Daweta wî kir lê bavê wî nedît. Neviyek min heye, bapîrê xwe nedîtiye. Min zarokên xwe bi vê zanînê mezin kir, min ji wan re digot li derdora xwe binerin bi hezaran mirovên weke me hene. Tevî hemû tiştan jî serê min bilind e, em ne di riya xelet de ne.”

‘Li ber deriyên girtîgehan ji me re digotin malbatên terorîstan hatin’

Aynzelîha diyar dike ku dema hevjînê wê Mehmed hat girtin wî şandine girtîgeha Rihayê, dibêje ku ne cara yekem bû girtîgehê didît ji ber ku ji malbatê, kesên tevlî têkoşîna şoreşgerî bûbûn hebûn gelek caran hatibûn girtin. Her wiha dide zanîn ku piştre hevjînê wê Mehmed şandine girtîgeha Amedê, ji ber bajarek Kurdan û nêz e, di her firsendê de bş zarokên xwe re çûye hevdîtinê. Lê belê Mehmed Çelîk sirgunî girtîgeha Rîzeyê hatiye kirin.

Aynzelîha wiha got: “Mehmed surgunî Rîzeyê kirin. Bajarekî dûr e, bi awayek madî û manewî çûyîna wê derê zor e. Her cara em diçin tevî ku zarokên min û min lêgerîn dikirin, her dem weke ku min tiştek veşartibe nêzî min dibûn. Ji ber sekna rast a hevjînê min ji me re digotin, ‘malbatên terorîst hatin.’ Ji bo were bajarek nêz, her dem min daxwazname dida. Daxwaznameyên min nedihatin qebûlkirin. Ji ber ev tiştên me jiya, hevjînê min nedixwast ez werim hevdîtinê. Lê belê min dixwest zarokên min bavê xwe nas bikin û mezin bibin.”

Kur dayîk bav û birayê xwe winda kir

Mehmed Çelîk, dema li girtîgeha Rîzeyê girtî bû, kur, dayîk, bav û birayê wê jiyana xwe ji dest dan.

Aynzelîha diyar kir ku di wê pêvajoyê tenê 3 caran dikaribûye biçe girtîgeha Rîzeyê. Sedema wê jî wiha tîne ziman: “Hemû malbatê nexwest em di heman demê de biçin, xudê neke ger qezayek çêbibe hemû malbat dê biçûna. Hûn dizanin gelek bûyerên wiha hatine jiyîn. Ji ber ku rê dûr û xirabe ye, em her hefte nediçûn. Dema dayîka hevjînê min mir, ez çûm hevdîtinê, dema bavê wî mir ez çûm û dema birayê wî mir jî ez çûm. Me nexwest em xebera mirinê bi telefonê bidinê. Piştre wî birin girtîgeha Hîlvana Rihayê. Ev ji bo me weke cejnê bû. Her hefte em diçûn hevdîtinê. Li girtîgehê ji ber li dijî binpêkirinên li ser girtiyên din derket, bi hevalên xwe re sirgunî girtîgeha Erzîncanê hatin kirin. Biryara sirgunê ji me re nehat ragihandin. Me demek jê xeber negirt me got qey tiştek qewimiye. Ev bi salan e dilê me di nava destên me de ye. Ji bo dîsa wî bînin Rihayê em daxwazname didin lê belê daxwaznameyên me tên qetandin û avêtin.”

‘Êdî bes e! Binê axê tije mirov in’

Min pirsa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir, diyar kir ku ew bi hêvî ye û got: “Em êdî dibêjin bes e tevî ewqas êşan, em dibêjin aştî, bila kes hesreta hevjîn û zarokên xwe nekşîne. Binê axê ji bedena mirovan têr bûye, xeyala min a herî mezin aştî ye. Bila bav rojên herî xweş ên zarokên xwe, dawetên wan bibînin.”

Malbatek şoreşger a Pirsûsê: Hemû di heman riyê de meşiyan

Aynzelîha behsa malbata xwe dike, dide zanîn ku di malbateke şoreşger û bi fikra Kurd mezin bûye wiha dibêje: “Em 3 kur û keçek bûn, birayê min ê biçûk dema dibistana amadeyî temam kir, beşdarî tevgera azadiyê bû. Piştî 10 salan hevjînê min û birayê min bi hev re hatin girtin. Birayek min ê din ji Ewropayê hat li vir dergistî bû, mehra fermî çêkir. Lê belê destgirtiya wî beşdarî tevgera azadiyê bû, ew jî êdî nezewicî. Birayê min ê bi hevjînê min re hat girtin jî gelek îşkence dît, ji ber îşkenceya dît hê gelek pirsgirikên wî yên tenduristiyê hene. Keçek û kurekî birayê min hebûn, piştî 8 salan hat berdan. Roja ku hat berdan dihatin serdanê, hê serdan didomiyan, kurê wî beşdarî tevgera azadiyê bû. Piştî 4 salan li Kobanê şehîd bû. Ji bo cenazeyê biraziyê min mala şînê nedan, cenaze li Kobanê hat definkirin.”

Ji sînor ve li xaka ku neviyê wê yê şervan çûye mêze dikir

Pirsûs navçeyek li sînorê Kobanê ye, bi taybetî di dema êrîşên li dijî Kobanê de, bi hezaran ciwanan sînor derbas kirin û beşdarî şer bûn. Bi demê re sînorê Pirsûs-Kobanê ji bo dayîk û bavên ku zarokên xwe winda kirine bû riya çûnhatinê. Ên ku li aliyê din ê sînor mêze dikin, li vir zarokên xwe bi bîr tînin.

Dayîka Aunzelîha, Salîha Acar jî jineke şoreşger e bi salan xwe li ber êşan ragirtibû. Lê belê windahiya neviyê wê bandorek mezin li ser çêkir. Wê jî weke malbatên din ji mala xwe li aliyê din ê sînor mêze dikir. Ji ber neviyê wê li aliyê din sînor radizê. Aynzelîha wiha didomîne: “Dayîka min Salîha Acar jinek ku li Pirsûsê dihat nasîn bû. Ji wê re digotin ‘dayîka Pirsûsê.’ Bi salan di partiyê de ked da. Dema biraziyê min şehîd bû dayîka min nexweş ket. Nexsweşiya alzheîmerê pê re derket hemû kes li aliyekî êşa neviyê wê li aliyekî bû, xwe li ber negirt. Dayîka min beriya 5 salan jiyana xwe ji dest da. Bavê min jî nexweşiya şekir pê re çêbû, wî jî jiyana xwe ji dest da. Malbata min ji 1980’an ve di nava têkoşînê de ne. Em bi vê hişmendiyê mezin bûn. Di salên 80,90,2000’an em her dem di nava zextê de bûn. Di sala 1991’ê de bi ser hemû malan de girtin. Rojek tenê bi awayek aram me serê xwe dananî ser balîfê. Ez zewicîm vê carê bi zarokên xwe re me heman tiştê jiyan.”

‘Ez bîranîna qeyd dikim dema derkeve ez ê pê bidim temaşekirin’

Aynzelîha, bertek nîşanî sirgunkirina hevjînê xwe ji bo bajarin dûr da û got: “Armanca wan ew e malbatan ji hev veqetînin. Ma mirov qet dev ji malbata xwe berdide? Ma dê malbat wiha ji hev veqetin? Di hevdîtinên kurt ên telefonan de ez behsa zarok û neviyan dikim. Hinek cejnan em naçin. Ev 2 sal û nîv e li Erzîncanê dimîne. Şertên hewayê û rê xirab in, li wê derê cihê mayînê nîn e divê bi şev bikevî rê, saeta hevdîtinê kirine sibehê zû. Sala borî dema berf dibarî em çûn. Ew jî ji bo tiştek bi serê me neyê dibêje ‘neyên.’ Ez dîmenên daweta zarokan qeyd dikim. Dema hevjînê min derket ez ê hemû tiştî jê re bibêjim.”

Wêne sirgûn in wêne girtîgeh in...

Aynzelîha di nava 22 salan de gelek wêne kom kirine, hemû jî wêneyên girtîgehê ne. Du çenteyên tije albûmên wêneyan tîne. Di hinek wêneyan de zarokên wê gelek biçûk in. Di wêneyên nû kişandî de jî hemû mezin bûne. Dibêje ku dem bi dem bi neviyên xwe re li van wêneyan mêze dikin. Di nava wêneyan de wêneyên hevjînê wê Mehemet Salih Çelîk û wêneyên dawetê hene. Dibêje ku ew rojên azad bi hevjîn û zarokên xwe re dixwaze.

‘Ev bar gelek girane lê belê barek bedew e’

Aynzelîha bendewariyên xwe yên ji bo pêvajoyê bi van gotinan tîne ziman: “Tekane tişta dixwazim ew ku em bi hev re bijîn. Em ji bo zimanê xwe têdikoşin. Bila ew jî gavek bavêjin û bibêjin aştî. Min gelek êş kişand. Min 6 zarok mezin kirin. Min qet nepirsî çima min ev êş kişandin her dem min li tiştên ku malbatên din jiyane mêze kir. Bar giran e lê barek bedew e, ev ji bo min ne kêmasî bû. Çîrokên ji ya min gelek bi êştir jî hene, hevjînê min girtî ye, kurê min mir, biraziyê min çû, birayê min girtî ye, birayê min û dayîka min êşan kişandin lê ez hê dibêjim hêvî heye. Her çendî dilê min bişewite jî rûyê min dikene.”

‘Xeyala min ew e ku girtî û yên serê çiyayan bigihijin malbatên xwe û aştiyê bibînin’

Herî dawî me xeyalên Aynzelîha pirsî. Me dît ku xeyalên wê ne şexsî ne, axftina xwe bi xeyal û daxwazên xwe wiha bi dawî kir: “Jixwe ez rojên ku hevjînê min ji girtîgehê derbikeve xeyal dikim. Dixwazim zarokên min bigihîjin bavê xwe û ew jî bigihîje azadiyê. Lê belê xeyalên min ên mezintir hene, ew jî aştî ye. Bila tu zarok bavê xwe li girtîgehê nas nekin û li wir nebînin. Binê axê tije bûye, girtîgeh tije bûne. Êdî bes e, bila zarok bê bav neyên hiştin. Bila aştî pêk were, ev çareya dawî ye, em ê bi ser bixin. Me dixwest vê cejnê her kes bi malbatên xwe re derbas bike. Em têkoşîna ziman dimeşînin. Bila van daxwazên me werin bicihanîn. Tevî hemû tiştî em ê têbikoşin, heta ku bikaribin em ê têkoşînê bidomînin, heta emrê me têr bike, ji ber ku riya me ne riya rastiyê ye.”