Li Lubnanê 6 jin û zarokek hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrîşên artêşa Îsraîlê ya li dijî başûrê Lubnanê de 11 kes di nav wan de zarokek û şeş jin hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Îro  artêşa Îsraîlê êrîşî gelek deverên Lubnanê kir. Her wiha hişyariyên valakirina lezgîn ya gund û bajarokên li başûr û rojhilatê welêt berdewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrîşên artêşa Îsraîlê li ser deverên nêzî bajarê El-Nebitiyeyê de 11 kes hatin kuştin.

Tevî agirbesta ku ji 17’ê Nîsanê ve hatiye ragihandin û ketiye meriyetê de, hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser gundên li başûrê Lubnanê berdewam dikin, ev êrîş hem wextî bombebaran û wêrankirina deverên sînorî yên ku ew kontrol dikin, tên.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşa hewayî ya duh li ser  bajarokê Sêr El-Xerbiye ya li navçeya El-Nebitiye ya başûrê Lubnanê  de 11 kes hatin kuştin di nav wan de şeş jin û zarokek jî hebûn.

‘6 jin û zaroke hatin kuştin, 4 zarok û jinek jî birîndar bûn’

Wezaretê di daxuyaniyekê de diyar kir ku bîlançoya dawî ya kuştiyan derkt 11 kesan ku şeş ji wan jin in û zarokek jî di nav de hebû. Her wiha Wezaretê diyar kir ku neh kes jî birîndar bûne, di nav wan de çar zarok û jinek heye.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya fermî jî piştrast kir ku di encama êrîşên artêşa Îsraîlê yên roja Yekşemê li deverên  başûr û rojhilatê welat de  birîndar hene.