Rûken Ehmed: Li dijî şoreş û serhildanên jinan komployên cidî hene
Ji rêveberiya bajarê Kobanê Rûken Ehmed da zanîn ku şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê û serhildana Jin Jiyan Azadî rûbirûyê komployeke mezin in û got “Divê jin li dijî komployên heyî xwe weke netewekê birêxistin bikin û yekîtiya xwe ava bikin.”
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Li Rojhilata Navîn hêzên hegemon û yên demokratîk di nava pêşbirka parastina destkeftî û hebûna xwe de ne. Ji ber vê jî hêzên mêr-dewlet bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Di vî warî de niha herî zêde êrîşên di asta komployê de li hember şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê û serhildana Jin Jiyan Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê bipêş dikevin. Ev hêz dixwazin ku destkeftiyên jinan ji destên wan bigirin û wan bikin malê xwe.
Ji rêveberiya bajarê Kobanê Rûken Ehmed bi hevpeyvîneke taybet berisiva pirsên me yên derbarê êrîşên li ser hebûna jinan dan û peyama jinan jî bi riya ajansa me ragihand.
*Li Rojhilata Navîn û cîhanê şerê cîhanê yê sêyemîn her ku diçe teşe digre. Di nava rastiya şerê heyî de em dibînin jin di rêjeyeke mezin de zirarê dibînin. Hûn rastiya vî şerî û rewşa jinan di nav de çawa dinirxînin?
Şerê cîhanê yê sêyemîn bi girtina Rêber Apo re destpê kir, lê bi şênberî bi mûdaxeleya li ser Îraqê re di 2003’yan de xwe da der. Bê gûman em nikarin vî şerî weke yê Yekemîn û Duyemîn bigirin dest, bi taybet jî ji bo gelê Kurd. Rêber Apo ji bo vê mijarê bi taybetî berê nirxandinek kiriye ku dibêje; Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wê di Rojhilata Navîn de û bi taybetî li ser erdnîgariya Kurdistanê were meşandin û dê destkeftiyên Kurdan jî tê de mîsoger bibin ku vî şerî qezenc bikin. Dema mirov di roja îro de nirxandina Rêber Apo û geşedanên ku pêk tîne bîne ber hev, rastiyên wê dibîne. Xeteriyên şerê cîhanê yê sêyemîn hîn mezintir in lê ji bo Kurdan destkeftiyên wê jî hene. Çima em dibêjin ev destkeftî? Ji ber ku gelê Kurd di sedsala 21. de û bi derketina Rêber Apo re hebûna xwe mîsoger kir.
‘Rêber Apo azadiya jinê kir bingeha vê şoreşê’
Di dîrokî de jî Kurd hebûn, di komkujiyan re derbas bûn û serhildan jî pêk hatin. Lê Kurd dîsa jî nebûn xwedî statû û hebûna xwe qezenc nekirin. Di nav de jî beşeke wê ya sereke ango jin nexwedî rêxistinbûn, rewşa wan a siyasî, rêxistinî, parastin û hwd ji bo jinan ne amade bû. Ji bo vê jî Kurdan ji ber ne birêxistinî destpê kirin lê bi serhildanan bû, nikaribûn statûya xwe bidest bixin. Lewra jî di şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de Kurd bûn du perçe, piştre çar perçe û li çar hêzên serdest hatin parvekirin. Lê di şerê sêyemîn de bingeha xûrt ji bo Kurdan bi pêşengiya Rêber Apo hat avakirin. Dîrok, sosyolojî û tecrûbeyên hatibûn girtin, hemû hatin komkirin û weke zemînek xurt hat bikaranîn. Ya herî girîng jî, Rêber Apo azadiya jinê kir bingeha vê şoreşê, ji bo vê jî jinan xwe birêxistin kirin û navê şoreşê veguherandin şoreşa jinê.
*Cara yekemîn e ku jin ji bo xwebûn, azadî û hebûna xwe dest bi şoreşê dikin. Mirov şênberiya vê yekê li Rojavayê Kurdistanê dibîne. Di nava pergal û qeyranên hêzên mêr-dewlet de vê şoreşa jinan veguherîneke çawa ava kir?
Esas sedemên şeran, xwe dispêrin desthilatdariyê û serdestiya ser civakê ku rê nedin civakê bi azadî, nasname û hebûna xwe nefikirin, lê koçber bibin û ev hêzên hegemon wan bikin amûra bazarê ku ev di roja îro de tê jiyîn. Ji bo vê jî şoreşa jinê pêşiya vana girt û jinan gotin em mîsogeriya azadiya civakan in. Raste Rêber Apo bingehê wê li Rojavayê Kurdistanê amade kir û bi sedan şorşgerên weke Dicle, Şîlan, Fîdan û Hwd bûn çavkaniya vê şoreşa ku em îroj behsa wê dikin. Beşdarbûna jinan di nava şoreşê de ne tenê li ser bingeha ku jin çekê hilgirin û derkevin çiyan e. Lê jinan li Kurdistanê û derveyî welat xwe birêxistin kirin ku berê di salên 80’î de rêxistinên jinan li Ewropa jî hebûn ku ev yek ji bo şoreşa me jî bû bingeh. Dema ku di 2011’an de şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê destpê kir, bingeha wê hatibû amedekirin.
‘Şoreşa Rojava di tevahiya cîhanê de bû mînak’
Gelek komên çete derketin ku bi îdîa bûn sîstemên heyî hilweşînin û li şûna wan pergalên nû ava bikin. Lê îro ev kom li ku derê ne, çi dikin û çi tînin serê civakê û jinan? Lê şoreşa Rojava di tevahî cîhanê de bû mînak. Di warê parastin, rêxistinbûn û siyasetê de jinan bi têkoşînek pir mezin pêşî li pergala mêr a ku jinan dike kole, girt. Bê gûman ev rihet çênebû, girêdayî vê jî Rêber Apo di 2013’an de peyamekê bi parêzeran re dişîne dema ku dibhîze ku şoreşa Rojava bûye şoreşa jinê. Dibêje; baş e ku ev şoreş bûye şoreşa jinê, lê gelo wê bikaribe li hember bahozên desthilatdariyê xwe ragire? Ez jî dibêjim ku li hember şoreşa me gelek bahozên desthilatdariyê yên mêrperest derketin. Jinan hemû êrîş nepejirandin û gotin em xwedî nasname ne û eger em jî mirov in, wê demê mafê me yê jiyankirinê û xweparastinê heye. Xweparastin jî ne tenê bi girtina çekê ye, xweparastina jinê di warê zanistê de ye. Me ev li Şengalê jiyan kir ku 5 hezar jinên me yên Êzidî ketin destê DAIŞ’ê, lê niha ji ber ku xwe birêxistin kirin, kes nikare ber bi Şengalê ve gavekê bavêje.
*Serhildana ‘jin, Jiyan, Azadî’ya li Rojhilatê Kurdistanê bi qasî şoreşa jinê ya Rojava, hêja ye.
Esas ev eynî şoreş in û li dijî heman mêjî ne. Lê a niha li dijî şoreşa jinan a Rojava û Rojhilat komployeke cidî heye. Pergalên Mêr-dewlet bê navber êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Li Rojava em dibînin bi êrîşên çetewarî re hebûna jinan di xeterê de ye. Li Rojhilat serhildana jinan ji destê wan tê girtin, hêzên hegemon dixwezin bikin yên xwe. Hûn van pêşketinan çawa rave dikin û xwe dispêrin çi?
Serhildana jinan a Rojhilatê Kurdistanê di warê erdnîgarî de gelek girîng bû. Bi taybetî jî bikaranîna felsefeya Jin Jiyan Azadî di vê serhildanê de pir bi wate bû. Jin pênaseya jiyanê dike, jiyan jî pênaseya azadiyê dike. A niha şerê ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê meşandin, dixwazin bi riya wê vê serhildanê ji destê jinan bigirin. Çawa xwestin li Rojavayê Kurdistanê bi riya komên çete şoşeşa jinan desteser bikin, a niha heman tişt li Rojhilatê Kurdistanê xwe dubare dike. Li Îranê bi pêşengiya jinê serî hildan, li dijî pergala desthilatdar, civakê nas nake û li pêşiya hemû cîhanê rojane însanan darve dike. Ji bo jinan jî, divê her tim dorpêçkirî be û çarşefa reş li ser wê be. Li hember vê hişmendiyê jî yê ku serî hilda jin bûn. Lê di roja îro de êrîşên li ser Îranê bipêş dikevin, tê gotin li dijî desthilatdariya Îranê ye.
‘Jinan ji bo vê pergalê bidin guhertin bi dehan bedêlên giran dan’
Ji xwe berê desthilatdariya Îranê û serdestiya wê diyar bû, lê çima di vê dema serhildana jinan û civakê de ku ew dixwazin pergalê biguherin ev êrîş qewimîn? Jinan ji bo vê pergalê bidin guhertin bi dehan bedêlên giran dan ku hatine işkencekirin, qetilkirin û darvekirin. Jinan ji bo rûxandina pergala Îranê ked dan, lê êrîşên niha tên meşandin xwe dispêrin berjewendiyê û desteserkirina hemû dewlemendiyên Îranê. Tenê serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ev nekir, ev serhildan ji bo parastina destkeftî û nirxên civakê û jinan e. Dema ku Jîna Emînî nepejirand kes mudaxeleyî jiyana wê bike û got; por û beden ya min e û bi vê îdîayê şehîd bû, bi hezaran jinên din jî tevlî wê bûn û ev serhildan belavî tevahiya cîhanê bûn. A niha di seranserî cîhanê de jî ‘Jin Jiyan Azadî’ bi Kurmancî hat nivîsandin û zimanên cuda nehatin bikaranîn. Lê niha dixwazin vê yekê veguherînin û ji destên jinan bigirin. Ez bawer dikim jî ku jinên Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê, her wiha jinên ku piştgiriya vê serhildanê dikin, wê qebûl nekin ku tu hêz jî destkeftiyên wan bigirin.
*Ji her demê zêdetir dem dema têkoşîna parastin û mîsogeriya şoreş û destkeftiyên jinan e. Di vê pêvajoya hestiyar de ji her jinekê çi tê xwestin? Pêdivî bi seferberiyeke çawa heye?
Armanca şoreşa Rojava ew bû ku yek jin jî li derveyî rêxistinê nemîn e û yekîtiya jinan ava bike. Çima? Ji ber ku divê jin xwe weke netewekê birêxistin bike. Rast e îro li Rojavayê Kurdistanê êrîş bi riya çeteyan li ser jinan tên kirin, lê li Ewrûpayê jî bedena jinan tê istîsmarkirin û bi riya ol û hwd bazarê li ser jinan dikin. Ji bo vê jî di destpêkê de ji jinên Kurd tê xwestin ku pêşengiya yekîtiya netewî bikin ku ji bo vê mijarê gavên girîng hatin avêtin. Jixwe di yekîtiya Kurdan a netewî de pirsgirêk hene û yên dixwazin Kurd nebin yek, pir in.
Lewra jî bi yekîtiya netewî re dê yekîtiya jinan jî ava bibe. Eger yekîtiya jinan neyê avakirin, ev şerê ku tê kirin dê zirarên pir mezin ava bike. Ji ber ku ev şerê tê kirin tê wateya tunekirina civakê, erdnîgarî, wêrankirin û koçberî teşwîqkirin e. Di vî warî de jî ya herî zêde bandor lê dibe jin e, lewra jî li dijî van hemû êrîşan jî pêwîstiya yekîtiya jinan, xwe rêxistinkirin û dîroka xwe naskirinê xwe dide der. Di dîrokê de gelek çalakiyên jinan hene û navên pir xurt û bi bandor derketine. Lê ji ber ku xwe birêxistin nekirin û li dijî mêrê serdest têkoşîn nekirin û xwe neparastin, dîsa vegeriyan sifirê. Ji bo ku em dubare vê yekê jiyan nekin û venegerin destpêkê, pêwîstiya me jinan bi yekîtiya li dijî êrîş û komployên ku bipêş dikevin heye. Em dibêjin komplo li ser civakê heye, lê di naveroka xwe de li hember jinan e. Yê ku desthilatdariyê napejirîne, bedena xwe teslîm nake û ayde xwe dibîne, jin e.
‘Têkoşîna me jinan û bi taybetî di warê parastinê de wê bi îsrar dewam bike’
Îro li Rojavayê Kurdistanê em jin li hember hikûmeta demkî têkoşîneke pir mezin dimeşînin. Me 13 salan bi pergala hevseroktiyê, hişmendiya jinê û gelek sazî û rêxistinên jinan ku ji bo civakê bûn bingeha çareserkirina gelek pirsgirkên civakî yên ketibûn ser hev. Niha jî dixwazin di bin navê ol, paşverûtî û gelek navên din de, sîstema me jinan ji hev bixin. Lê têkoşîna me jinan û bi taybetî di warê parastinê de wê bi îsrar dewam bike. Yê ku DAIŞ têk bir keçên me û hêza me YPJ’ê bû, yê ku ewrên reş û tarî ji ser civakê rakirin dîsa bi pêşengiya me jinan bû. Ji bo vê jî dixwazin me ji nav parastin, siyasetê, dîplomasiyê û hevseroktiyê derxin. Lê ev pergal wê bi têkoşîneke gelekî xurt were parastin. Azadî jî rihet nîn e. Azadî bi şewitandina bedenê pêkan e, ji bo em jin bighêjin azadiyê divê em hemû qirêjiya sîstemên mêr-dewlet ku di kesayeta me de dan avakirin bişewitînin û bighîjin azadiyê.