Di bombebarana li Kabul û Qendeharê de jin û zarok birîndar bûn

Di êrîşên hewayî yên Pakistanê de li ser herêmên sivîlan li Kabul û Qendeherê de di nav wan de jin û zarok, 4 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 15 kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan Paytexta Efganistanê Kabul û gelek parêzgehên din pêlên nû yên tundiya şer dîtin.  Talîbanê ragihand ku êrîşên hewayî yên Pakistanê bûne sedema kuştin û birîndarbûna gelek kesên ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Medyayê piştrast kir ku di bombebarana serê sibehê, li ser herêmên sivîl ên rojhilatê bajar de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û herî kêmî 15 kesên ku piraniya wan jin û zarok bûn jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, êrîş li ser taxên ku niştecih lê dijîn hatiye kirin.

Tîmên ambulansê birîndaran rakirin nexweşxaneyên paytextê. Di heman demê de li derdora bajêr dengê gulebarana li dijî balafiran jî hat bihîstin.

Hat diyarkirin ku êrîş gihîştine parêzgeha Qendeherê yê li başûrê welat. Hukûmeta Efganistanê ragihand ku Pakistanê hinek saziyên sivîl jî hedef girtiye û da zanîn ku di nav wan de depoyeke sotemeniyê ya şirketa balafirgehê “Kam Air” ku li nêzî balafirgehê ye û nêzî herêmên sivîlan e. Vê yekê jî tirsa der barê zêdebûna sivîlên hatine kuştin de zêde kir.

Pêşveçûnên ku di mehên dawî de bi aloziya di navbera Pakistan û Efganistanê de zêde bûn de herdu welat hev bi piştgirîdayîna komên çekdar tewanbar dikin.