Şara Ebdulkerîm: Têkoşîna jinan têkoşînek neteweyî ye
Çalakvana jin Şara Ebdulkerîm diyar kir ku jin di nav têkoşînek mezin de ne û got ku her çend ji bo nasname û mafên xwe têdikoşin jî, li her çar perçên Kurdistanê jî têkoşîna netewî bipêş dixin.
Mehrîban Selam
Helebçe – Di demeke ku li Rojhilata Navîn şer didome de, li her çar aliyê Kurdistanê têkoşîna jinan berdewam e. Jin, tevî şerê taybet ku ji aliyê desthilatdaran ve li ser wan tê meşandin, her wiha tundî, hişmendiya mêrperest û tirsê, tekoşîna sivîl, çekdar û aborî pêşve dibin. Jin bi biryara xwe li hember her cureyê perçekirinê radiwestin û mafên hevdu diparêzin. Jin gihîştine wê astê ku tekoşîn, piştevanî û yekgirtina xwe, li hember her cure zordarî û zilmê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin, bi taybetî jî tekoşîna netewî. Jin, ji bilî tekoşîna ji bo mafên xwe, ji bo nasandina neteweya xwe jî wekî neteweya Kurd di nav xebatek bilind de ne.
‘Jin ne tenê mafên xwe mafên netewa xwe jî diparêzin’
Çalakvan, Şara Ebdulkerîm li ser tekoşîna jinan ji ajansa me re axivî. Şara Ebdulkerîm di destpêka axaftina xwe de tevahiya şehîdên jin yên ku têkoşiyane bi bîr anî wiha got: ”Em bi rêz û hurmet navê hemû şehîdên ku bi xwîna xwe dîrok nivîsandin, bi bîr tînin. Dema em li ser jinan diaxivin, îro ew pêşeng in û mafên xwe diparêzin. Her wiha tekoşîna jinan tenê tekoşîna ji bo jinbûnê nîne, ji ber ku ew tekoşînek neteweyî dimeşînin. Jinan bi hêza xwe ne tenê mafên xwe parastine, her wiha mafên neteweya xwe bi giştî jî diparêzin.’’
‘Jin ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve pêşeng in’
Şara Ebdulkerîm, bal kişand ser tekoşîn û pêşketina jinan a di hemû warên jiyanê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger em vê yekê bi beşan bigirin dest, ez dixwazim pêşî derbarê aboriyê de biaxivim. Ji ber aloziyan, wekî mêr jî pirsgirêkên jinan çêbûne. Lê her çiqas pirsgirêk û alozî hebin jî, jin di tekoşîna xwe de berdewam in. Ji ber eger jin nebin xwedî aborî, wê nikaribin biryaran bigirin. Ji ber ku ev pirsgirêkek aborî ye. Lê ji aliyê siyasî ve, jin bi cesaret û bi hêza xwe karîbûne cih û statûya xwe bistînin. Ji ber ku jin in, gelek caran cih û paye jê re nayê dayîn; lê jin bi cesareta xwe gihîştin hinek qadên siyasî. Ji aliyê civakî ve jî, jin karîbûne astengiyên civakî derbas bikin.”
Şara da zanîn ku li dijî zihniyeta eşîretî ku jin di rêza duyemîn tê dîtin, jinan bi hêza xwe karîbûn gavan bavêjin û ev tişt gotin: “Îro li piraniya qadên jiyanê ev nêrîn hatine guhertin û ew fikra dibêje ku divê jin di bin destê mêran de bin, kêm bûye.”
‘Rewşa îro ne aram e, lê tekoşîna jinan berdewam e’
Çalakvan, Şara Ebdulkerîm, diyar kir ku jin dikarin bi vîn û îradeya xwe pêşeroja xwe mîsoger bikin û wiha dawî li nirxandinê xwe anî: “Em ji bo pêşketinên jinan ji bo pêşerojê di du xalên sereke de dibînin, ya yekem hêz, îrade û xweparastina xwe esas girtin ya duyem jî xwezaya jinan e. Lê belê di van deman de ev jîngeh paş ve çûye lê jin dîsa gav paş de neavêtin, şert û merc zehmettir kirin. Ez bi pêşeroja jinan kêfxweş û hêvî me ku wê jin di pêşerojê de gelek karan bikin. Her wiha em bi tekoşîn û berxwedana jinan serbilind in û di şert û mercên baştir de Helebçe ji aliyê jinan ve bê birêvebirin.”