Li Lubnanê 12 personelên tenduristiyê hate qetil kirin

Hate diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê li dijî navendek a tenduristiyê li bajarokê Burc Qelawiya ya Başûrê Lubnanê de, herî kêm 12 personelên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Lubnanê ku xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê, di êrîşa Îsraîlê li dijî navenda tenduristiyê ya bajarokê Burc Qelawiya ya Başûrê Lubnanê de, 12 personelên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hejmara windahiyên canî li gorî agahiyên destpêkê ne û ji bo dîtina kesên dibin xirbeyan de û winda bûne, xebatên lêgerîn û rizgariyê didome.