‘Şal’ weke sûc hat dîtin

Zeyneb Ete jineke Kurd e di Newroza par li Bismilê ji ber desmalek bi rengên ‘kesk, sor û zer’ dabû serê xwe bi sûcê “propagandaya rêxistinê” 10 meh cezayê zindanê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê ji bo Newrozê amadekarî didomin. Ev sal agirê Newrozê dê li 53 navendan were pêxistin. Li gelek cihan amadekariyên Newrozê dest pê kirine lê qedexekirin û cezayên li dijî kesên ku dixwazin beşdar bibin di cejnan de hê jî didomin.

Zeyneb Ete, sala borî beşdarî Newroza Bismilê bûbû, ji ber ku desmalek bi rengên ‘kesk, sor û zer’ dabû serê xwe bi sûcê; “propagandaya rêxistinê” hat girtin, dadgehê 10 meh cezaya zindanê lê birî. Di biryara dadgehê de hat diyarkirin ku ceza dê ji bo demekê were paşxistin.

Lêpirsînê di heman rojê de dest pê kir

 Ev bûyer di 15’ê Adara 2025’an de qewimî. Zeyneb Ete ji bo beşdarî Newrozê bibe çû qadê lê ji ber ku desmaleke kesk, sor û zer dabû serê xwe, polîsan bang kirin û raporek li ser wê amade kirin.

Dadgeha Bismilê bi sûcê “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn li dijî Zeyneb Ete da destpêkirin. Piştî lêpirsînê jî dosyayek hat amadekirin û daxwaz hat kirin ku Zeyneb Ete bê cezakirin.

 10 meh ceza zindanê lê hat birîn

 Di vê pêvajoyê de Zeyneb Ete li Dadgeha Sûcên Giran a Amedê sûcdariyê li dijî xwe red kir lê biryara li dijî wê meha borî hat girtin. Dadgehê desmala bi sê rengan weke “sûc” nirxand û pêşî salek cezayê zindanê lê birî, dûre daxist 10 mehan.