Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Divê civaka navneteweyî li dijî êrîşan xwedî helwest be

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê û ya Îranê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên Îranê yên ser herêma Kurdistanê xwedî helwest be.

Navenda Nûçeyan – Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê, der barê êrîşên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistan û baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Emerîkayê ve, bi sedan car bi dron û mûşekan êrîşî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Her wiha baregehên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û kampên sivîlan ên li Herêma Kurdistanê hatine hedefgirtin. Di êrîşa herî dawî de pêşmergeyek Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşanî Kurdistan, Umêd Weysî û du pêşmergeyên Sazmanî Xebatî Kurdistanê yên bi navê Fexredîn Muradî û Iqbal Salihî şehîd bûn.

‘Divê civaka navneteweyî li dijî êrîşan xwedî helwest be’

Em weke Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê, êrîşên rejîma Îranê û komên terorîst ên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û cihên sivîlan şermezar dikin. Her wiha em êrîşên li ser konsolosxane, baregehên siyasî yên welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê jî bi tundî şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên rejîm û milîsan xwedî helwest bin.

Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê radigihîne ku Komara Îslamî hewl dide bi qirkirina xwepêşanderên di nava welat de, dîlgirtina xelkê Kurdistanê, afirandina qeyran, şer û bêîstîqrariya li derveyî welat, desthilatdariya xwe bidomîne. Lewma divê welat û civaka navneteweyî ya cîhanê piştgiriya neteweyên Îran, maf û daxwazên wan ên rewa bike. Her wiha li dijî êrîşên komara Îslamî yên ser xelkê sivîl ên li Herêma Kurdistanê û welatên din raweste.”