Ji rêveberiya saziyan ber bi teşedayîna destûra Sûriyeyê ve: Jinên Rojava
Bi perwerdeya bi zimanê dayîkê û rêvebirina navendên tendirustiyê bi ferasetek pîşeyî û mirovî, tecrubeya jinan a li Rojava bûye modeleke pêkhatî. Ev tecrube nîşan dide ku jin ne bi awayê sembolîk li ser bingeha hevkariyê tevlî xebatan bûne.
ESMA MUHEMMED
Qamişlo – Li Rojava beşdariya jinan di perwerde û qada tendirustiyê de ji hebûneke îdarî wêdetir e. Jin bi rêvebirina saziyan û kapasîteya xwe ya berfireh bûn modeleke demokratîk li herêmê.
Di nava guherînên ku di salên dawî de li Rojava çêbûne de, jin ne tenê perçeyek ji tevgera civakî bûn; di heman demê de li ser bingeha tevlîbûn, edalet û wekheviyê di avakirina saziyên civakî de roleke sereke girtin ser xwe.
Di vê pêvajoya ku ji nava şoreşeke ku ji nû ve teşe da têgehên civakî û siyasî çêbû de, hebûna jinan di qada perwerde û tendirustiyê de bi awayê şênber xwe nîşan da. Ev tenê dirûşmeke teorîk nîn e, bû pratîka rojane li herêmê. Bi saya tecrubeya jinan a di saziyên perwerde û tendirustiyê de îro mafên jinan hene. Bi vê bingeha ku ava bûye daxwaza destûreke ku beşdariya jinan a di pêvajoyên biryaran de digre bin temînatê ava dibe. Ev model, xwe disperse tecrubeya 15 salan a xebatên saziyî yên li herêmê. Li gorî vê modelê divê ku di destûra nû ya Sûriyeyê de rola jinan bikeve bin temînatê.
Ji parastina ziman ber bi avakirina hişmendiyê ve
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re rola jinan tenê bi xebatên siyasî û civakî bi sînor nema, di heman demê de ji bo parastina nasnameya çandî û jiyandina ziman jî peywir girtin ser xwe.
Li herêmê bi guherînên siyasî ve girêdayî, şoreşa ziman çêbû. Di vê pêvajoyê de zimanê Kurdî ket mufredata perwerdeyê û mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ket bin temînatê. Vê rewşa ku piştî polîtîkayên bişavtinê yên bi dehan salan domiyan pêk hat, guherîneke girîng bû.
Endama Lijneya Perwerde û Hîndekariyê ya bajarê Qamişloyê Husîne Elî, diyar kir ku rola jinan di vê guherînê de sereke bûye. Her wiha da zanîn ku jinên perwerdekar tevî hemû zoriyan jî berpirsyariya domandina perwerdeya bi zimanê dayîkê girtine ser xwe û wiha got: “Jin tenê bi mamostehiyê re bi sînor neman di heman demê de mufredatên perwerdeyê amade kirin, bernameyên perwerdeyê li dar xistin, ji bo mamosteyan perwerde dan. Tevlî Xebatên avakirina navendên ziman û perwerdeyê bûn. Bi saya wan nifşeke ku hay ji mîrasa xwe ya çandî heye û zana gihîşt.”
‘15 sal in mufredata perwerdeya bi Kurdî heye û divê tekez di destûra nû de bikeve bin temînatê’
Husîne Elî her wiha diyar kir ku pergala hevserokatiyê, di diyarkirina polîtîkayên perwerdeyê de ji bo jinan mafê gotinê daye û wiha domand: “Vê yekê li ser polîtîkayên perwerdeyê û mekanîzmayên rêveberiya saziyan bandoreke erênî çêkir. Cihgirtina jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de tenê semobolîk nîn e, di pêşxistina pêvajoya perwerdeyê de roleke roleke çalak lîstin.”
Husîne Elî diyar kir ku vederkirina jinan ji qada perwerdeyê, tê wateya ku nîvê civakê ji rola xwe ya ji bo gihîştandina nifşê nû werin dûrxistin û got: “Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê ku mafên jinan werin naskirin. 15 sal in mufredata perwerdeya bi Kurdî heye û divê tekez di destûra nû de bikeve bin temînatê. Xebatên ku jinan li dibistanan û navendên perwerdeyê meşandin, tenê bi ragihandina agahiyan bi sînor nîn in di heman demê de hedefa wan ew bû ku bi xwendekaran re hişmendiya demokrasî û wekheviyê ava bikin. Baş tê zanîn ku di her warî jin, di avakirina civakek de hevkarên esasî ne. Hebûna jinan di saziyên perwerdeyê de, bi nifşê nû re hestên berpirsyariyê ava kir û bi xwe re kesayetiyên ku bi awayê rexneyî difikirin, serbixwe bin ava kir. Bi beşdariya jinan a di pêşxistina xebatên mufredatê û nûkirina rêbazên perwerdeyê de, bi xwendekaran re feraseta welatîbûna wekhev ava kir û bingeha civakeke bi hevsengî bi hêz kir.”
Husîne Elî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku di avakirina civakek nûjen û demokratîk de heta ku rola jinan a di avakirina perwerde û zanînê de neyê pejirandin dê temam nebe û got: “Parastina destkeftiyên di vê qadê de, ji bo berdewamiya pêvajoya edalet û wekheviyê temînata bingehîn e.
Di qada tendirustiyê de rêveberiya jinan
Di qada tendirustiyê de jî tecrubeya jinan a rêveberiyê, yek ji mînakên girîng e nîşan dide jin dikarin rayeya xwe ya pîşeyî û nêzikahiya mirovî bikin.
Ji rêveberên Navenda Diyalîzê ya li Qamişloyê Meysa Matar, diyar kir ku jin di rêveberiya navendên tendirustiyê de pir serkeftî ne. Her wiha da zanîn ku bi hesasiyeta xwe ya zêde û di warê têkiliya bi nexweşan re performansa jinan gelek baş e û wiha got: “Ji ber hebûna jinan di rêveberiyê de, di warê paqijî, rêkûpêkî û koordînasyona di navbera personel û nexweşxan de rewş pir baş e. Nexweş di atmosfereke ku disîplîn û merhemet lê heye, xwe zêdetir rehet hîs dikin. Wekî din jî civakên li herêmê li dijî rêveberiya jinan nîn in dijberî wê destekê didin û wan teşwîq dikin. Ev yek jî nîşan dide ku nêrîna civakê ya li rola pêşeng a jinan pir guheriye. Zoriyên ku jin dikşînin nabin sedema kişandinê dijberî wê bi îsrar motîvasyona xwe baştir dikin û derfetên îsbatkirina behreyên xwe diafirînin.”
‘Li Rojava di pergala tendirustiyê de jin bi awayê herî baş di rêveberiya saziyan de cih digrin’
Li gorî Meysa Matar avakirina civakeke demokratîk û tevlîkar, bi cihgirtina aktîf a jinan di mekanîzmayên biryaran de pêkan e û wiha didomîne: “Beşdariya jinan divê tenê bi nûnertiya sembolîk bi sînor namîne; avakirina polîtîkayan, plansazî û tevlîbûna pêvajoyên biryarên stratejîk jî digre nava xwe. Beşdariya jinan a rêveberiyê, zelaliya xebatên saziyî zêdetir dike, di warê parvekirina berpirsyariyan de hevsengiyê bihêztir dike. Ev rewş di qelîteya xizmetên ji bo civakê de jî xwe dide der. Li Rojava di pergala tendirustiyê de jin bi awayê herî baş di rêveberiya saziyan de cih digrin, tevî zoriyên rojane yên di wê qadê de çareseriyên afrîner dibînin. Rêveberiya jinan di heman demê de di warê disîplîna îdarî û nêzikahiya mirovî de kapasîteyeke berfireh derdixe hole. Ev taybetmendî, ji bo qada tendirustiyê ya ku ku rasterast bi jiyan û rûmeta mirovan ve girêdayî ye pir girîng e.”
Meysa Matar di dawiyê de got ku serkeftinên di qada tendirustiyê de nîşan didin ku jin ne tenê bi roleke piştgiriyê, di heman demê de di warên cuda de xwedî hêza pêşengiya afrînerî û pêşxistinê ne. Her wiha bal kişand ku di warên din de jî jin xwedî hêza afrînerî û pêşxistinê ne û da zanîn ku pêşistina vê rola wan û berdewamkirin; gava bingehîn e ji bo avakirina civaka demokratîk ku xwe dispêre hevkariya wekhev a hemû kesan.