Rojnamevan Hajar Silêman bi kefaletê hate berdan

Rojnamevan Hajar Silêman a gendeliyên li Banka Navendî belge kir û piştre hate girtin, piştî bertekan bi kefaletê hate berdan.

Sûdan- Li Sûdanê azadiya çapemeniyê di bin gefê de ye. Binpêkirinên li dijî rojnamevanan zêde dibin û rojnamevanên ku saziyên dewletê rexne dikin an jî dozên gendeliyê eşkere dikin tên binçavkirin û girtin. 

Rojnamevana Sûdanî Hajar Silêman a di 12’ê Cotmehê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûdanî ve hate girtin, piştî bertekan 13’ê Cotmehê bi kefaletê hate berdan. Hajar Silêman beriya bê girtin, di nivîsên xwe de dosyayên bêusûlî û gendeliyê yên li bankê, îfşa kiribû.

Hinek rojnamevanên jin, diyar kirin ku berdana hevkarên wan girîngiya azadiya çapemeniyê û rola rojnamegeriya lêkolînî ya di çavdêriya saziyên dewletê de bibîrdixe û diyar kir ku ev gav li gel guhertinên rêveberiyê yên dawî yên li Banka Navendî ya Sûdanê re, dikare ji bo serweriya hiqûqê pêşketinek erênî be.