Çalakiyên mamosteyan lewaziya hikumeta demkî nîşan didin
Saziyên perwerdeyê û xebatkar ên girêdayî hikumeta demkî ku li Sûriyeyê ji aliyê Heyet Tehrir el-Şam ve tê rêvebirin, daxwazên wan ên herî asan jî nayê pêkanîn. Polîtîkayên îdarî, veguherîne amûrên dûrxistin û parçekirinê.

Navenda Nûçeyan- Protestoyên mamosteyan ên li bakur û herêmên peravê, biryarên bi komî ji kar derxistin û surgun, krîza bêbaweriyê nîşan didin. Ev rewş, têkçûna hikumeta demkî ya di avakirina modeleke adil de derdixe holê, di mijarên sedemên cudakariyê de, kêmasiya zelaliyê û siyasîkirina erkên civakê de pirsgirêkên cidî derdixe.
Di nava sozên nehatin dayîn de protesto careke din zêde dibin
Sendîkaya Mamosteyên Azad a Bakurê Sûriyeyê, piştî bangkirina protestoyek nû li ber Rêveberiya Perwerdeyê ya girêdayî hikumeta demkî ya li Helebê, li herêmê krîza perwerdeyê kûrtir bû.
Daxwazên mamosteyan ên beriya mehan anîn ziman, weke ewlehiya qadro, girtina kar ên ku neheq ji kar hatin derxistin û di mûçeyan de pêkanîna edaletê, tevî ku 10 meh di ser de derbas bûye hê bersiv negirtiye.
Daxuyaniyên Rêveberiya Perwerdeyê yên ‘razandina mûçeyan didomin û daxwazên tayînan tên lêkolînkirin’ nikare mamosteyan bide sekinandin. Şahidiyên ku ji dibistanan tên, xeyal şikestina ku her roj zêde dibe û qada zextê radixe ber çavan.
Protestoyên li Helebê ne nû ne; ‘Qada Saidullah el-Cabirî’ berdewamiya xwepêşandanên ku bi mehan e li Ezaz, Andan û Daret Îzze ne. Ev rewş kûrahiya krîza pergalî ya di qada perwerde û kêmaniya pêkanîna ewlehiya rêveberiya perwerdeyê nîşan dide.
Ji karderxistin û biriyarên surgunê fikara cudakariyê çêdike
Hat diyarkirin ku bi awayekî parlel xwepêşandanên mamosteyan ên li Bakur, li peravên Sûriyeyê ji destpêka Cotmehê ve heta niha nêzî 600 xebatkar, piranî kesên Elewî, bi awayek komî ji kar hatine derxistin.
Li gorî Navenda Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ev biryar bê bingeh û kêfî ne. Jixwe ev pêkanîn li herêmên ku hilweşîna aborî û civakî dijîn, di nava gel de bertekek mezin çêkirine.
Li Tartusê bi temamî derxistina karkerên îstasyona pompeyên avê ji kar, li gelek gundan bû sedem ku av qut bibe. Bi sedan kesên ji şaredariya Lazqiye, saziya înşaetê û fabrîqeya çêkirinê ya li Ceble de ji kar hatin derxistin, der barê planên li pişt van gavan nîşaneyên pirsê bi xwe re anî.
Yek ji biryarên herî balkêş jî 108 mamosteyên li Banyasê, li herêmên weke ‘di aliyê ewlehî û mezhebî de hesas’ hatin qebûlkirin, mînak weke cihên Kalat el-Merkab surgunkirin bû. Pisporan van gavan weke cezakirin û aliyê cudakiriyê pênase kirin û diyar kirin ku wê rê li ber belavbûna qadroyên xwecihî û lewazkirin pergala civakî veke.
Krîza ewlehiyê kûr dibe
Xala hevpar ku Heleb û herêmên peravê dike yek ew e ku bêbaweriya li dijî saziyên hikumeta demkî mezin dibe.
Mamoste daxwaza mafên xwe yên pîşeyî dikin, xebatkarên li peravê bi surgunên ku gefê li çavkaniya wan a debarê dixwin û biryarên ji karderxistinê re rûbirû dimînin.
Di nava van şertan de, bangên lêpirsînên zelal û hesabdayîna rayedaran êdî ne tenê daxwazên îdarî ne, di heman demê de banga ji nû ve avakirina edalet û rûmeta mirovan e.
Berovajî vê, wê polîtîkayên îdarî veguherin amûrên dûrxistin û parçekirinê û wê welat li cihê ku herî zêde pêwistî bi yekîtiyê heye parçe bibe.