Li Kerkûkê mihrîcana ‘Destkeft û qonaxa nû ya ji bo vegera li zimanê dayîkê’

Li Kerkûkê bi amadebûna berpirsên îdarî û perwerdeyê, mamoste û xwendekarên zimanê Kurdî mihrîcana ‘Destkeft û qonaxa nû ya ji bo vegera li zimanê dayîkê’ hat lidarxistin. Di mihrîcanê de behsa girîngiya zimanê Kurdî hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Îro li bajarê Kerkukê yê başûrê Kurdistanê bi amadebûna berpirsên îdarî û perwerdeyê, mamoste û xwendekaran, mihrîcana ‘Destkeft û qonaxa nû ya ji bo vegera li zimanê dayîkê’ hat lidarxistin. Mihrîcanê bi sirûda “Ey Reqîb” û deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştre li ser kar û çalakiyên xwendina Kurdî ya Kerkûkê sînevîzyonek hat nîşandan. Piştre xwendekarên pêşdibistanê derketin ser dikê û çalakiyek hunerî pêşkêş kirin. Di çalakiyên mihrîcanê de îşaret bi girîngiya zimanê Kurdî hat kirin. Piştre jî du xwendekarên jin derketin ser dikê û helbestên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya mihrîcanê de jî ji aliyê rêveberiya perwerdeya Kurdî ya bajêr ve xelatên rêzgirtinê pêşkêşî hinek mamoste û xwendekaran hatin kirin.