‘Li Başûrê Kurdistanê hunera jinê ji aliyê desthilatê ve tê paşguhkirin’
Seroka Komeleya Ronakbîrî ya Gelawêj Îbtisam Îsmaîl destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê jin bi ezmûnên xwe di qada raman, huner û şano de hene û got ku lê belê ji ber astengiyên aborî û paşguhkirina desthilatê, jin nikarin hunera xwe bipêş bixin.”

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Huner, ji bo hiştina çand û nirxê civakê yê her civak û netewê peyamek girîng a rewşenbîriyê ye. Bi riya hunerê dîroka kevneşopiya netewan derdikeve hol. Di nav de rola girîng a jinan a hiştina hunerê heye. Lê belê ji ber sedemên siyasî, aborî û civakî asta hunera Kurd li başûrê Kurdistanê ber bi paşdeçûnê ve diçe. Hunermed dibêjin ku sedemê vê yekê, sersariya desthilatê ya li hember pêşxistina hunerê ye.
Li başûrê Kurdistanê yek ji sedemên paşketina hunerê, qeyrana aborî ku ev ji 10 salan zêdetir e li herêmê heye. Ev qeyrana aborî qada hunerê bi xwe girtiye. Wisa bûye ku hunermend nikarin li ser cûreyên huneran xebat bikin. Di nav de astengiyên li hember xebata jinan jî hene. Aliyên pêwedîdar jî li hember pirsgirêkên hunerê sersar tevdigerin.
‘Tevî astengiyan jî em hewl didin hunerê bipêş bixin’
Seroka Komeleya Ronakbîrî ya Gelawêj Îbtîsam Îsmaîl balkişand ser rol û bandora hunerê ya ku jin di civaka Kurd de pêk tînin û wiha got: “Ew guherîna bi lez ku di pergalên cûda yên cîhanê de rû didin, bi taybetî di pergala siyasî, civakî, çandî û ferhengî de guherîn leztir dibin. Li gel pêşketina pergalê divê em jin ji bo pêşketinê hewl bidin. Komeleya Ronakbîriya Gelawêj, bi salan e bi rêya lidarxistina mihrîcanan hewl dide ku hêza jinên hunermend bipêş bikeve. Divê hewla başkirin, gotinan û waneyan ji bo jinan berdewam hebe. Her wiha gelek jinên bi ezmûn ên di aliyê fikir, huner û şanoyê de li herêmê bipêş ketine hene. Lê belê astengiyên aborî û fikrî dibin sedem ku çalakî û pêşxistina huner, şano û çandê ya jinan, paşve here. Her wiha binesaziyek ji bo jinên şanoger û sînameger di aliyê aborî û fikrî de kar bikin, nehatiye danîn. Lewma jin nikarin bi awayek azad li qadên xwe kar bikin.”
‘Astengî rê li pêşxistina jinên hunermend digre’
Îbtîsam Îsmaîl da zanîn ku astengiyên siyasî, aborî û civakî yên li ser jinên şanoger, sedema pêşneketina şanogerên jin e û wiha got: “Hêza jinan a pêşxistina hunerê heye. Tê dîtin ku ji koleja hunerên ciwan salane li herêmê gelek xwendekarên bi ezmûn derdikevin. Lê belê ew astengiyên siyasî, civakî û aborî sedemên sereke ne ku nahêlin jin di qada xwe ya hunerî de bixebitin. Di aliyê akademîk de gelek jin û xortên şanoger hene, lê aliyên pêwendîdar li hember pirsgirêkan hewla ji bo pêşxistina rewşenbiriyê nadin. Heta niha jî butceya herî kêm, ji aliyê hikumeta herêmê ve ji bo Wezareta Rewşenbîrî hatiye peydakirin. Di demeke ku dikarin salane bi riya mihrîcanên hunerî û çandî zemînek karkirina jinan deynin de wiha dikin. Ger hemû qadên siyasî û aborî aram nebin, jin jî nikarin di aliyê hunerî û çandî de bixebitin. Astengiyên li ber ciwanan wê her zêde bin. Ev rewşa hunerê jî astengiyek din e ku ciwan ji karê hunerî dûr bikevin.”
‘Jin bi hev re rastî astengiyên siyasî û civakî tên’
Îbtisam Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de ragihand ku beşek ji ciwanan bi riya hewlên takekesî karîne gelek karên hunerî, çandî û şano biencam bikin û wiha got: “Ciwan tevî rewşa aborî, siyasî û civakî jî, bi xwebexşane beşdarî mihrîcan û ronakbiriya Gelawêj dibin. Karê hunerî pêwîstî bi yekgirtinê heye. Jin di nav de zêdetir hewla ji bo xebata bi hev re didin. Ji bo ku bikaribin ji heqê asatengiyên civakî, siyasî û aborî derkevin. Jin bi hev re hewla ji bo derbaskirina wê aqliyetê didin.”