Roja Jinên Gundewarî ya Navnetewî: Gavek ber bi edaleta çandiniyê ve

Rêvebera Yekîneya Jinên Cotkar a Yekîtiya Cotkaran e Lamîa Qam Rajaybî, tekez kir ku pêwîst e Roja Jinên Gundewarî ya Navnetewî ji wateya sembolîk wêdetir biçe, divê bo baştirkirina rewşa jinan û xurtkirina rolên wan were hesibandin.

NEZîHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Hejmara jinên ku li deverên gundewarî yên Tûnisê dijîn ji 1.7 mîlyonî derbas dibe û ew beşek girîng a hêza kar a çandiniyê pêk tînin. Ew pir caran wekî karkerên demsalî an jî ji bo mûçeyên ne rêkûpêk dixebitin.

Lamîa Qam Rajaybî derbarê roja ku her sal di 15ê Cotmehê de tê pîrozkirin de axivî. Lamîa, diyar kir ku armanca rêxistina çandiniyê; piştrast bike ku cotkarên jin ji karkerên tenê yên ku destek didin malbatên xwe, derbasî qonaxa xwediyên karsaziyên biçûk û di dawiyê de cotkarên karsaz bin. Lamîa tekez kir ku pêdiviya erdê bi xwedîkirina ji hêla jinan ve heye.

Ji bo jinên gundewar
Lamîa Rajaybî da zanîn îstatîstîk nîşan didin ku tenê ji sedî 5‘ê jinan xwediyên erdê ne û got ku ev yek hewldanên girîng hewce dike. Lamîa got ji bo ku hişmendiya jinan a li ser mafên milkê zêde bike û şiyana wan a beşdarbûna di mekanîzmayên biryardanê de bêyî tirs mîsoger bike, ev pêwîst e. Derbarê rêziknameyên milkê de jî Lamîa rave kir ku Yekîtiya Cotkaran vê dawiyê bi hevkariya rêxistina ADLO dest bi projeyek nû kiriye û ev agahî dan: “Ev proje dê alîkariya jin û ciwanên gundan bike ku pirsgirêkên xwedîtiya milkê çareser bikin û gihîştina wan bi amûrên hilberînê yên wekî erd û amûran peyda bike. Armanca me, entegrekirina teknolojiya nûjen a di çandiniyê de ye.”
Dibistana Zeviyê
Lamîa Rajaybî destnîşan kir ku di nav jinan de derbarê gihîştina derfetên fînansekirinê de kêmasiyek girîng a hişmendiyê heye. Lamîa anî ziman ku gelek jin nizanin ka meriv çawa serlêdana piştgiriyê dike û wiha pê de çû: “Pêwîst e ku mekanîzmayên piştgirî, fînansekirin, rêberî û perwerdehiyê bi bandortir bibin. Perwerde di hêzdarkirina jinên cotkar de hêmanek sereke ye. Yekîtiyê, bi bernameya xwe ya "dibistana zeviyê" serkeftinek girîng bi dest xist. Rasterast li zeviyê perwerdehiyê peyda dike û sertîfîkayan dide jinan. Ev sertîfîka derfeta gihîştina fînansekirinê dide jinan.”
Di 16’ê Cotmehê de çalakî tê lidarxistin
Lamîa Rajaybî ragihand ku hewcedariyên perwerdehiyê yên jinên cotkar bi hevkariya Enstîtuya Perwerdehiya Berdewam û Pedagojiyê ya Sidi Thabet hatine destnîşankirin. Lamîa wiha got: “Kursên demkurt, bi taybetî di warên wekî çandiniya mirîşkan de, tên plankirin. Ev yek veqetandina deverên hilberîna biçûk ji bo jinan digre nav xwe. Armanc, pêşxistina projeyên mezintir e. Çalakiya "Bazara Hilberîner bo Kirîger" dê roja 16’ê Cotmehê, li Kolana Habib Bourguiba, ji bo teşwîqkirina înîsiyatîfên jinan were lidarxistin. Ev çalakî dê di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Jinên Gundewarî ya Navneteweyî de were lidarxistin. Armanca vê înîsiyatîfê ew e ku cotkarên jin bi radestkirina hilberên xwe yên herêmî û organîk rasterast ji kirîgeran re, hêzdar bibin.”
Înisiyatîfa ‘Bazara Cotkarên Tûnisî’

Lamîa Rajaybî her wiha ragihand ku sendîkayê înîsiyatîfek din bi navê "Bazara Cotkarên Tûnisî" daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Armanca vê projeyê piştgirîkirina hilberîna herêmî, avakirina girêdanek rasterast di navbera hilberîner û kirîgeran de û afirandina hawîrdorek bazirganiya rasterast e. Me hêvî kir ku ev înîsiyatîf dê bandorên erênî yên aborî û civakî bike. Bilindkirina hişmendiya tenduristiyê li deverên gundewar, girîng e. Nebûna şopandina bijîşkî di dema ducaniyê de dibe sedema pirsgirêkên cidî û dikare bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên jidayîkbûnê.”
‘Plana Çandiniya Malbatî’
Lamîa diyar kir ku Yekîtiya Cotkaran di kampanyayên hişyariyê yên derbarê sîgortaya civakî û tenduristiyê de rolek çalak dilîze û wiha berdewam kir: “Ev xizmet bi rêya klînîkên gundan ên belaş hatine berfirehkirin. Mîsyona sendîkayê ew e ku dengê jinên gundan bighîne biryarderan. Em ji hikûmetê û biryarderan dixwazin ku piştgirî bidin ‘Plana Çandiniya Malbatî’. Ev plan ji hêla me ve mîna beşek ji Dehsaliya Çandinîya Malbatî ya Neteweyên Yekbûyî (2019–2028) tê bicîhanîn. Heft stûnên sereke yên planê hene, yek ji wan ‘jin û ciwan’ in û cihgirtina wê di budçeyên dewletê de pir girîng e.”

Rola dewletê çi ye?
Lamîa tekez kir ku cotkarên jin bingeha çandiniya malbatî ne û wiha got: “Bikaranîna rêbazên çandiniyê yên kevneşopî ya ji hêla jinan ve û dûrketina wan ji kîmyewiyan, berdariya axê diparêze, ji avê teserûf dike û bandorên neyînî yên guherîna avhewayê kêm dike. Em dixwazin ku rêberî û hewldanên hişyarkirinê ji bo jinên li deverên gundewar, bên zêdekirin. Rola civaka sivîl di pêşxistina projeyan û pêşniyaran e, lê rola dewletê ew e ku qanûn û polîtîkayên ku piştgirî didin van hewldanan, saz bike.”