HRW’ê: Divê hikûmeta Mexribê guh bide xwepêşandanên ciwanan
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), tundiya li dijî xwepêşanderên Mexribê şermezar kir û da zanîn xwepêşandaran “bi zext û tundiyê re rû bi rû ne” û bang li rayedaran kir ku bersiva daxwazên gel bide.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), raporek weşand û destnîşan kir ku rayedarên Mexribê li dijî “tevgera Nifşê Z 212” tundî birkartîne û ev tundî bûye sedema qetilkitina gelek kesan û girtinên komî.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), di rapora xwe ya ku di 12’ê Cotmehê de weşand de, bi awayî tund mudaxeleya hêzên ewlehiyê ya li hember xwepêşandanên ciwanan ên ku di hefteyên dawî de li Mexribê didome, rexne kir. Di raporê de hate bang li hikûmeta Mexribê hate kirin ku rêz li mafê civîna aştiyane bigre, bikaranîna hêza kujerde lêkolîn bike û bersiva daxwazên ciwanan ên ji bo tenduristî û perwerdehiyê bide.
Li gorî HRW’ê, di xwepêşandanên ku bi banga tevgera “Nifşê Z 212" di 27’ê Îlonê de dest pê kirin de, ciwan tenê daxwaza zêdekirina budceyê ya ji bo pergalên tenduristiyê yên giştî û perwerdehiyê û bidawîanîna gendeliyê kirin. Her wiha lêçûnên milyaran dolar ên Mexribê ya ji bo organîzasyonen werzîşê yên mezin ên mîna Kûpaya Cîhanê ya 2030’an jî hatin rexnekirin.
Lêbelê, hêzên ewlehiyê bi awayekî tundî mudaxeleyê xwepêşandanan kirin. HRW’ê ragihand ku herî kêm sê kes hatiye qetilkirin, bi dehan kes birîndar bûne, nêzî hezar kes hatine girtin û der barê 39 jê zarok û 270 kesan de lêpirsîn hatiye vekirin. Ji bo hşnek xwepêşanderan cezayên girtîgehê yên dirêj hate dayîn.
Li bajarên Agadir û Oujdayê, dîmenên pelçîqandina xwepêşanderan a ji aliyê wesayîtên ewlehiyê ve di medyaya dîjîtal de bû sedema deng vedanek mezin. Di xwepêşandanên li ber qereqola jendermeyan a li navçeya El Qalaa ya Agadirê de jî guleyên rast hatin bikaranîn.
Hikûmeta Mexribê, diyar kir ku xwepêşanderan bi kevir û kêran êrîş kirine û hêzên ewlehiyê di çarçoveya xweparastina de tevgeriya. Lêbelê HRW’ê destnîşan kir ku karanîna hêza kujerde bi qanûna navneteweyî re li hev nay.
Di raporê de hat destnîşankirin ku budçeya tenduristiyê ya Mexribê tenê ji sedî 2.3’ê GDP’yê ye, nîvê nifûsê bêsîgortaya tenduristiyê ye û di perwerdeyê de jî rêjeya ciwanên xwedî jêhatîyên bingehîn kêm e.
HRW’ê bang li hikûmeta Mexribê kir û daxwazên xwe rêzkir:
“Bûyerên tundiyê bi awayekî serbixwe lêkolîn bikin,
Rêz li mafê xwepêşandana aştiyane bigrin,
Çavkaniyan bi awayekî adilane belavbikin û pêşnibî bidin tenduristî û perwerdehiyê,
Bi ciwanan re diyalog deynin û dest bî reforman bikin.”
Her wiha rêxistinê, destnîşan kir ku Mexrib neçare ku li gorî peymanên navneteweyî yên alîgirê wê ye, azadiya raman, civîn û xwepêşandanê ya gel biparêze.