Aqûbeta kesên li Peravên Sûriyeyê hatine revandin nayê zanîn

Aqûbeta hinek kesên li herêmên peravên Sûriyeyê hatine revandin hêj nayê zanîn. Sumer Îsmaîl bi nîşanên derbê vegeriya û Hadil Ejderî di vîdyoyekê de xuya bû, lê têkildarî sedema windabûna wê tu agahî nehat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Li herêmên peravên Sûriyeyê, bûyerên windabûn û revandina jin, zarokên keç û kur roj bi roj zêdetir dibe û di nava gel de tirsê avadike. Der barê van bûyeran de nebûna agahiyên zelal û nebûna hesabpirsîna hiqûqî, dibe sedema windabûna ewlehiya giştî û zêdebûna rageşiya civakî.

Çavkaniyên ji peravên Sûriyeyê, ragihandin ku Sumer Îsmaîl a 40 salî û dayika çar zarokan, piştî windabû di rewşekî ji aliyê fîzîkî û derûnî ve xirab de hate dîtin. Sumer Îsmaîl a hatibû derbkirin, dema ji Lazkiyeyê diçû mala xwişka xwe hatibû windakirin.

Xwendekara Zanîngeha Tişrîn a li Lazkiyê Hedîl Ecderî ya windabû, piştî çend rojan bi vîdyoyekî derktet holê. Hate diyar kirin Hedîl Ecderî sax e, lê der barê cihê tê girtin de agahî nehat datîn û ev yek jî di raya giştî de bû sedema nîşanên pirsê.

Lê, rewş tenê bi van her du jinan ve sînordar nîne. Zarokê binavê Muhammed Kays Haydar ê 10 salî jî, li ber dibitsanê ji aliyê çekdaran ve hate revandin û heta niha jî nehatiye dîtin.

Bi heman awayî, jina binavê Naame Muhammed Îbrahîm a 34 salî jî, ji 6’ê Cotmehê ve winda ye. Dema ji gundê xwe ya li gundewarê Tartusê ber bi navenda bajêr ve diçû, winda bû.

Rûxmê ku van bûyeran, di nava kesên li herêmê dijîn de tirs û hawirdora bêewlehiyê zêdetir jî, rayedaran heta niha daxuyaniyek zelal nedane.