Li Sûdanê sektora tenduristiyê di bin zexta nexweşî û pevçûnên çekdarî de hildiweşe

Sûdan, di xizmetên tenduristiyê de xirabûnek cidî dijî. Bi zêdebûna bûyerên tayê û kêmbûna xizmetên tibî re, binpêkirinên li dijî xebatkarên tenduristiyê jî zêde dibe. Ji destpêka pevçûnan û vir ve 233 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.

Sûdan- Navendên tenduristiyê yên li Sûdanê, ji ber zexta zêde ya li ser nexweşxaneyan û hilweşîna qismî ya pergala tenduristiyê bi qeyranek kûr re rû bi rû ye. Di heman demê de, xebatkarên tenduristiyê rasterast rastî êrîşan tên û ev yek jî him gef li ewlehiya wan dixwe û him jî bicîhanîna erkên pîşeyî asteng dike.

Navenda Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya Federal a Sûdanê, di daxuyaniya xwe ya duh de ragihand ku li welat di bûyerên tayê de zêdebûnek girîng tê jiyîn û tenê di heyama dawî de 50 hezar bûyerên nû hatine tespîtkirin. Ev zêdebûna cidî, di rapora 40 hefteyan a di dîroka 4-10’ê Cotmehê de cihgirt.

Li gorî rapora çavdêriya tenduristiyê, bûyerên tayê zêde bûn û bûyerên kolerayê û nexweşiya virûsa dengê hinekî kêm bûne. Lê, li heşt eyaletan 3 hezar û 473 bûyerên nexweşiya virûsa dengê û 29 mirin û li 15 eyaletan jî 611 bûyerên kolerayê hatin tomar kirin. Her wiha 138 bûyerên hepatît û yek jî mirin hatin ragihandin û ev piraniya van bûyeran li eyaleta Cezîrê hate dîtin.

Hate diyar kirin ku baranên demsalî jî bandorek neyînî li ser şert û mercên tenduristiyê dike û li herêmên mîna Çema Nîl, Kordofana Rojava, Cezîra, Nîla Spî, Xartûm, Deryaya Sor û Kordofana Bakur, pirsgirêka zêde dibe.

Pergala tenduristiyê ya li Sûdanê ji ber şerê navxweyî yê ku di 15’ê Nîsana 2023’an de dest pê kir, derbeyek mezin girt. Gelek nexweşxaneyên li herêmên pevçûnê hatine girtin û tesîsên mayî jî bi kapasîteya kêm xizmet didin. Bi taybetî jî kêmasiya derman û pêdiviyên bijîşkî di astek cidî de ye.

 

233 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan

Li aliyê din Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku ji destpêka pevçûnan û vir ve 233 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên Hêzên Piştgiriyê Lezgîn yên li dijî xebatkarên tenduristiyê û deverên sivîl bi zanebûn û pergalî ye.

Torê, destnîşan kir ku ev êrîş li dijî hiqûqî mirovî û navneteweyî ye û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku van sûcan şermezar bikin û sûcdar hesab bidin.