Roja 1’emîn a Kongreya NADA bi dawî bû

Di panela duyemîn ya 1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA de, bal hate kişandina ser hewlên Rêber Apo yên ji bo azadiya jinê, zanista jineolojiyê û têkoşîna jinan ya ji bo wekheviyê.

Silêmanî – 1emîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) ku li Silêmaniyê tê lidarxistin, bi panela duyemîn ya bi navnîşana “Li Rojhilata Navîn destkeftiyên têkoşîna jinan” didome.

Panela duyemîn ji aliyê Rojda Yildiz, Besî Şamarî, Cedîce Elhosînî û Kinêr Ebdullah ve hate birêvebirin.

Di destpêka panelê de Rojda Yildiz mijarekê bi navê “Dîroka Jin û Nirxên Civakî” pêşkêş kir û wiha got: “Di panela yekem de, behsa qetilkirina jinan li Rojhilata Navîn, Afrîka û li seranserê cîhanê hat kirin. Her wiha bandora dewlet-netewe û kapîtalîzmê li ser van qetilkirnan hat kirin. Pêwîste tundiya li dijî jinan bi awayekî kûrtir û bingehîn bê nirxandin. Hişmendiya kapîtalîzmê û dewlet-neteweyê, xerabiyeke mezin di awayê têkiliyên jinan û civakê de çêkiriye. Di nav dîrokê de qadên wek mîtolojî, felsefe û zanist tijiye ji şîrovekirinên li dijî jinan. Nasnameya jinê îro jî ji van pêkhateyan pak nebûye.”

Rojda Yildiz tekezî bi wê yekê jî kir ku têkoşîna jinan hewl nade ku tenê tundiyê ji holê rake, lê hewl dide ku wan pêkhateyan li dijî jinan ji holê rake ku tundiyê hildibirînin. Her wiha da zanîn ku jineolojî demeke dirêje, rexneyên mezin li kapîtalîzmê û modernîteya kapîtalîst dike.

 Piştre Besî Şemarî, bi zimanê Farisî mijarekê din bi navê “Rola Jinan di Parastin û Pêşxistina Ziman, Çand û Civakê de” pêşkêş kir û got: “Jin ji wateyên xwe hatine dûrkirin û wek madeyekê tên pêşkêşkirin. Wisa tê hîskirin ku jin ne afirînerin û nikarin tu tiştî biafirînin. Eger dayikek zarokê xwe bi zimanê dayikê perwerde neke, eger mamosteyek nirxên borî bo zarokên nû veguhezîne, eger jinek nikaribe bibêje ‘Ez ne tenê hilgirê çandê me, ez damezrînerê dîrokê me’, wê demê pirsgirêkeke civakî ya mezin heye.

Di dewamê de got; “Jin bingehê civakê, malbatê û gelanin. Divê jin her dem di çarçoveya xwezaya xwe de gavên xurt bavêjin. Jin ewin ku civakê diguherin. Abdullah Ocalan di vî warî de çandeke nû û dîtinek nû pêşkêş dike. Rêberê Kurdan, damezrînerê PKK û şoreşger Abdullah Ocalan, gelek ramanên di vî warî de pêş xistine. Dixwazim gotineke Abdullah Ocalan bibêjim ‘Jin dagirkiriyên pêşîn yên dîrokê ne. Berî ku dewlet û civak bên dagirkirin, jin ji aliyê mêran ve hatin dagirkirin. Bi vî awayî jin ji jiyana kolektîf hatin dûrkirin.”

Di dawiya axaftina xwe Besî Şemarî de got: “Di teoriya netewa demokratîk de, jin cihekî girîng digirin. Eger di berxwedanê de azadiya jinan wek bingeh neyê danîn, jiyana nû nikare bê avakirin, jiyana nû tenê bi azadiya jinê dikare bê avakirin. Ocalan tekez li ser rola jinan wek hilgirên çandê û parastvanên çandê kiriye. Ev ne dewletin ku çandê hildigirin û diparêzin; ew jin bixwe ne.”

Her wiha di dewamiya panelê de, Xedîce El-Huseynî mijarekê bi navê “Têkoşîna Jinan di Sedsala 21’an de: Asteng, Kelem û Derfet” pêşkêş kir û wiha got: “Em nikarin civakîbûn û xebata jinan ji hev cuda bikin. Ji ber ku jin di hemû pêşketinên civakê de bandorkerin. Her wiha civak jî di hemû guherînên jinan de dibe xwedî bandor. Cîhan bilez diguhere û hîna jî guherîn çêdibin. Di têkoşîna me ya jinan de, em heta sala 2011’an di welatê xwe de dihatin paşxistin, dixwestin jinan di malê de heps bikin û di malan de bihêlin.”

Di dewamê de bal kişand ser “Bihara Erebî” û bandora wê ya li ser têkoşîna jinan û wiha axivî; “Bihara Erebî çiqas bandor li ser têkoşîna jinan li welatê me kiriye. Têkoşîna civaka me, têkoşîneke ku li dijî hişmendiya bavksalariyê pêş ketiye. Nedemokratîkbûna welat, xizanî û gelek pirsgirêkên din jî bi xwe re tîne. Di vê pêvajoyê de, me dît ka çawa jin berê xwe dan qadên têkoşîna azadiyê û çawa li hemberî wê hişmendiyê sekinîn ku hewl dide jinê tune bike.”

Di dawiya panelê de, Kinêr Ebdulla mijara binavê “Li Başûrê Kurdistanê Rastiya Jinên Kurd” pêşkêş kir û destpêkê bal kişand ser daneyên beşdariya jinan di parlamento, hikûmet û partiyan de û wiha domand; “Di Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de rêjeya beşdariya jinan heta sala 2018’an sifir bû û paşê cara yekem jinek wek serokê parlamentoyê hat diyarkirin. Di sala 2005’an de biryar hat dayîn ku rêjeya jinan ji 25% kêmtir nebe. Paşê ev di sala 2009’an de bilind bû gihişt 30%’ê. Di kabîneya nehan de ji 22 wezîran tenê sê jin wezîr bûn. Her di nav hikûmetê de, sala 2005’an li Herêma Kurdistanê hilbijartina encûmenên parêzgehan hate kirin û rêjeya jinan bi 30% hat diyarkirin. Di nav partiyên siyasî de mixabin digel hebûna 15 partiyan, tu partiyek serok an cîgirê serok, jin nebû. Ji aliyê qanûnî ve heta niha destûra me nîne û çavkaniya me destûra Iraqê ye ku li ser ola Îslamê hatiye danîn, ev jî heta radeyekê astengiyan li pêşiya jinan çêdike.”

Her wiha bala xwe kişand ser vê yekê ku di saziyên hikûmetê de ji aliyê çendîtiyê ve rêjeya jinan zêde bûye, lê ji aliyê çawaniyê ve mixabin berevajî ye û got; “Li vê derê pirsek derdikeve pêş: Gelo siyaseta kotayê ya ku beramberî jinan tê peyrewkirin kariye pêşengiya jinan zêde bike? Mixabin na! Ji ber ku di nav partiyan de bi qasî pêwîst rol ji jinan re nayê dayîn an jî bi pîvanên din tevdigerin û jinan paşguh dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Kinêr Ebdulla bal kişand ser wê yekê jî ku astengiyên heyî ji ber nebûna destûrê li Herêma Kurdistanê ye, ji ber hişmendiya baviksalariyê û nedadperweriya dadgehan û gelek sedemên din heta niha jî berdewamin.

Panela duyem ya 1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA bi dawî bû û kongre wê îşev bi çalakiyên hunerî bidome.