Rêwîtiya Efraa Omda ya Sûdanî ji bo afirandina projeya xwe li derveyî sînoran

Çîroka Efraa Omda ya Sûdanî mînakek berbiçav e ku jin di nav wêrankirina şer de jî çawa dikarin hilberîn û hêza xwe nîşan bidin.

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Piştî pevçûna li Sûdanê, mezintirîn pirsgirêka penaber û koçberan dabînkirina dahatiyek domdar ji bo malbatên wan bû. Hilweşîna aborî ya welêt bandorek aborî li ser her kesî kir.

Efraa Omda, xwediya projeyek aksesûarên destkariyê ku navê wê li ser e. Efraa ji ajansa me re li ser rêwîtiya xwe ya di vî karî de, dijwariyên ku pê re rûbirû dimîne, rêyên gengaz ên serkeftinê û amûrên ji bo derbaskirina astengiyên kirrûbirrê yên ku gelek kes di rêwîtiya xwe ya destpêkirina mîkro-karsaziyên bi sermayeya sînorkirî de pê re rûbi û dimînin, her wiha pêşbazî û rastiya penaber û koçberan a di bazara herêmî de axivî.

Efraa diyar kir ku ji Sûdanê piştî pevçûnê ku salek û nîv beriha niha hatiye Misrê û wiha got:  “Diviyabû li derfetek kar bigerim û fikra vê projeyê wek çavkaniyek dahatê ji bo min hat. Ez aksesûar û zêrfiroşan çêdikim, hilberên min jî ji kevirên hêja û nîv-hêja, her wiha morîk û sifir tên çêkirin. Li Sûdanê jî ev proje vekiribû û dibû alîkar ji bo lêçûnên min yên xwendinê. Ji ber vê yekê piştî koçberbûnê jî dibe destek ji bo alîkariya malbata xwe bikim. Berhemên projeya min jî li ser medya dîjîtal deng vedaye. Min bi markeyên navdar re hevkarî kir û berhemên xwe li bazaran nîşan da, da ku bikaribim bigihîjim gelek kesan ku bi berhemên destan re eleqedar dibin.”

Komek bi navê Moon Poppa ava kir

Efraa da zanîn ku dema hatiye Misrê Komîsyona Bilind rêze dewreyên perwerdeyê di gelek karên hunerî de pêşkêşî mwan kiriye û wê jî xwe di pîşesaziya aksesûaran de dîtiye û dest bi projeya xwe kiriye. Efraa got ku mezintirîn zehmetiya ku kişandiye xebata bi sifir re bûye û wiha pê de çû: “Lê bi demê re hînî karanîna wê bûm û niha di çêkirina wê de pispor im, bi saya perwerdeya Rêxistina Xwarinê ya Cîhanê re. Sifir girêdanek wê ya nêzîk bi şaristaniyan re heye. Min karî komek bi navê ‘Moon Poppa’ biafirînim ku bû cihêreng û daxwazek mezin li ser çêbû. Di demên pêş de bi qayimkerekî re peymanek çêbikim da ku hilberên xwe bêtir bipêş bixim. Her wiha dixwazim bi xebatên zîf û zêr e jî mijûl bibim û hilberînên xwe ji wan çêkim.”

Di parastina çanda herêmî ya Sûdanê de gelek hewl dide

Efraa destnîşan kir ku projeyên ji hêla jinan ve tên birêvebirin, bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin û ji bo derbaskirina wan xebatên dijwar hewce dike. Efraa, bi van gotinan behsa wan zehmetiyan kir: “Wek kesayet bi zehmetiyan re rûbirû mam. Di nav wan de bazarkirina berhemên xwe ya di welatê mêvandar de jî heye. Ji ber ku raman cuda ne. Min xebat bi bikaranîna teknolojiya nûjen a ji bo gihîştina hejmarek mezin ji temaşevanên Sûdanî û Misrî meşand, da ku kêşeyan çareser bikim. Her wiha di parastina çanda herêmî ya Sûdanê de gelek hewl didim ji bo ku ji qirkirinê biparêzim. Ev berpirsiyariya veguhestina çanda xwe bi rêya berhemên xwe, bi qasî ku pêkan bû, girt ser xwe. Min karî li ser vê yekê bixebitim û kevneşopî, raman û çanda civakî ya Sûdanî bi rêya hunerên mîratî yên ku ez çêdikim nîşan bidim. Bazara Misrê jî ji bazara Sûdanê cuda ye, ku pêdivî bi lêkolînê heye da ku bikaribim pê re mijûl bibim û temaşevanên xwe yên hedef biafirînim da ku bikaribim berhema xwe ji wan re bidim nasandin.”

‘Di aliyê mijûlbûna bi nifûsa mêvandar re de gelek alozî hene’

Efraa anî ziman ku jinên Sûdanî bi welatên mêvandar re, bi taybetî di vê demê de gelek pirsgirêkan dijîn û wiha got: “Di aliyê mijûlbûna bi nifûsa mêvandar re de gelek alozî hene. Bi taybetî ji ber meyla vegera Sûdanê ya ji bo welatê xwe. Ev bû sedem ku li ser avakirina hebûnek ji bo berhemên xwe li Sûdanê, her wiha li Misrê jî bifikirim. Sûdan niha di qonaxek avakirinê de ye û divê em di vê meylê de rolek bilîzin. Ev yek bû sedem ku em li ser vegerê bifikirin, her wiha rewşa fikar û tirsa li ser pêşerojê ku me tevlihev dike em vegerin an li welatê ku em lê bicîh bûne bimînin. Biryara vegera bo Sûdanê, dê li gor daxwaz û biryara her kesî be. Ti çalakiyeke kolektîf dê nebe.”