‘Netewa Demokratîk ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyê çareserî ye’
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Remziye Mihemed tekez kir ku paradîgmaya Netewa Demokratîk ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyê çareserî ye û got: “Di riya Netewa Demokratîk de her kes îradeya xwe temsîl dike.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Paradîgmaya Netewa Demokratîk xeta rizgariya civakî ye ku krîzên modernîteya kapîtalîst, wêrankeriya dewleta neteweyî û hilweşîna pergala baviksalar bi kûrahî analîz dike. Ev paradîgmaya ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve hatiye pêşxistin, armanc dike ku li ser azadiya jinê, komînalîteyê û konfedralîzma demokratîk ava bibe. Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed ku yek ji delegeyên konferansa kadroyên Netewa Demokratîk ku di 24’ê Tîrmehê de hat lidarxistin amade bû, ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Ji bo tevahî pêkhateyan enternatîfek azadî û rizgariyê ye’
Remziye Mihemed da zanîn ku paradîgmaya Netewa demokratîk xwe dispêre rêxistinbûyîna civakî û axaftina xwe wiha domand: “Netewa Demokratîk xwe dispêre rêxistinbûyîna civakê û gelên herêmê vê projeyê hembêz dikin. Ji ber ku di riya wê de hemû pêkhate dikarin di hemû astan de rolên xwe bilîzin, ji ber ku civakek demokartîk ji bo her malbatek û her kesî malek e. Paradîgmaya Netewa Demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd e, ew enternatîfeke azadî û rizgarî ye ji bo Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û hemû gelên herêmê ye. Hemû pêkhateyên ku xwe di bin vê projeya rêxistinkirine mafê wan hatine parastin û xwe ji nû ve zindî kirine.”
‘Ne tenê alternatîf e pêdiviyek e jî’
Remziye Mihemed destnîşan kir ku paradîgmaya Netewa Demokratîk ji bo rawestandina şeran wesîleyek xurt e û wiha pê de çû: “Projeya Netewa Demokratîk ew bû ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe li ser esasê wê birêxistin kir û xwe û sîstema xwe parast û rêveberiya xwe ya gel meşand. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo pêkanîna aşîtî û demokrasiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê, paradîgmaya Netewa Demokratîk wesîleyek e ku em bikaribin di riya wê de banga rêbertî pêk bînin û wê çareserî ji bo rawestandina şeran be. Pêkanîna vê paradîgmayê ne tenê îdîayek teorîk an helwestek ehlaqî ye. Bi xebatek pêşengiyê ya rêxistinkirî, berpirsyarî û hişmendî mimkun e. Ev paradîgma ne tenê alternatîfek e, her wiha pêdiviyek e jî.”
‘Avakirina civaka komînal armanca stratejîk e’
Remziye Mihemed balkişand ser girîngiya avakirina civaka komînal û axaftina xwe wiha domand: “Avakirina civaka komînal, wek armanca stratejîk a bingehîn a xeta Netewa Demokratîk e û pîvanê serkeftina şoreşa jinê diyar dike. Di vê çarçoveyê de erka sereke ku dikeve ser milê kadroyên Netewa Demokratîk, aktîvkirina komînan e. Komîn dendik û bingeha projeya Netewa Demokratîk e. Ji bo wê xurtkirin û rêxistinkirina bingehê, esasê serkeftina vê pirojeyê ye jî. Eger komîn aktîv nebe emê nikaribin rêveberiyek demokratîk ava bikin. Ji ber ku komînaltî dikare ji pirsgirêkên civakî re çareseriyê bibîne.”
Remziye Mihemed bang li tevahî jinan kir ku di rêxistinbûyîna civakê de pêşengtiyek xurt bikin û di aktîvkirina komînan de xwedî rol bin.