‘Pêwist e medya li hemberî mafê jin û zarokan bi berpirsyarî tevbigere’

Bi guherînên civakî û çandî yên civakan re, medya li ser nêrînên gel û xurtkirina têgehên edalet û wekheviyê yek ji rêbazên herî bi bandor e. Bi taybetî dema mijar mafên jin û zarok medya roleke girîng dilîze.

NEZÎHA BÛ SEÎDÎ

Tûnis – Lêkolînera zanistên medya û ragihandinê Nezîha Ben Mohamed, destnîşan kir ku ruxmê amûrên medyayê xwedî hêza derbaskirina sînorên dîwarên malan û avakirina zanebûna civakî ye jî hê erka parastina mafên jinan bi cih nayne û bi ji nû ve hilberandina îmgeyên qalîb girtî di mijara mafên jinan de mîsyona xwe ya bingehîn paşguh dike.

Nezîha Ben Mohamed, diyar kir ku hinek bernameyên Tûnisê ruxmê xwedî rêjeyên temaşekirinê yên bilind in jî îmaja jinan berevajî dikin û îmgeyên bi qalib ên fikrên serdest ên mêran derdixin pêş. Nezîha Mohamed bang li saziyên medyayê kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û pîşeyî bi cih bînin. Her wiha diyar kir ku divê ev sazî bi awayekî ku jinan di civakê de bigihîjînin cihekî rêzdartir, ziman û naveroka xwe ji nû ve di ber çavan de derbas bikin.

Malbat û dibistan du stûnên bingehîn ên civakbûnê ne

Di vê çarçoveyê de, lêkolînera zanistên medya û ragihandinê, midûra Radyoya 6+, aktîvîsta civaka sivîl Nezîha Ben Mohamed, diyar kir ku kariyera xwe ya mafên mirovan bi karkirina li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dest pê kiriye û piştre beşdarî gelek komele û rêxistinên herêmî û navneteweyî bûye. Nezîha Ben Mohamed, wiha got: “Di demên dawî de ez bûm rêvebera herêmî ya “Rojnamevanên ji bo Mafên Mirovan” a bi taybetî parastina mafên jin û zarokên keç dike.”

Nezîha Ben Mohamed, der barê rola medyayê ya di parastina van mafan de got ku malbat û dibistan di her civakê de stûnên civakîbûnê ne û ev her du sazî, di qezenckirina nasnameya civakî ya kesan de gava ewil in. Nezîha Ben Mohamed, da zanîn ku medya jî bi gelemperî wek “dibistana duyemîn” di xala şêwekirina hişmendiya kolektîf de roleke girîng dilîze û bi taybetî di nava ciwanan de bandora medyayê mezin e.

Nezîha Ben Mohamed, destnîşan kir ku medya xwedî hêza bêyî destûr ketina nava malan e û ev yek di mijara bilindkirina hişmendiyê ya têkildarî mafan, şêwekirina tevgerên civakî, piştgirîkirina civaka sivîl û parastina mafên mirovan de rolek girîng dilîze û bi taybetî divê medya li ser mijara mafên jin û zarokên keç bisekine.

Berpirsyariyên civakî yên saziyên medyayê

Nezîha Ben Mohamed, destnîşan kir ku ruxmê rêze bernameyên perwerdeyê yên di navbera salên 2011 û 2018’an de hatine lidarxistin, armanc dikin ku bi rojnamevan û rêveberên weşanê de çandeke mafên mirovan ava bikin û rêgezên wekheviyê di zimanê medyayê de entegre bikin jî van hewldanan di pêkanînên saziyên medyayê de xuya nebûne. Nezîha Ben Mohamed, wiha axivî: “Îstasyonên radyoyê, kanalên televîzyonê û rojnameyên çapkirî heta niha jî di aliyê veguherandina van perwerdeyan a ji bo pratîzekirina pîşedariyê lawaz in. Li şûna ku jinan bi awayekî hêja û bi bandor di civakê de temsîl bikin, bi domdarî îmgeyên serdest ên mêr û qalibgirtî ji nû ve hildiberînin.”

Nezîha Ben Mohamed, bal kişand ku hinek dezgehên medyayê yên bi çavkaniyên giştê tên fînansekirin, naverokên vederkirin û dûrxistinê yên jinan pêşkêş dikin û diyar kir ku naverokên bi vî awayî vederkirina civakî ya jinan kûrtir dike. Nezîha Ben Mohamed, bi pirsa; “Gelo ev saziyên medyayê kengê berpirsyariyên xwe de bi cih bînin?” diyar kir ku pisporên medyayê ruxmê ku perwerdeyên akademîk jî digrin, pêvajoyên wan ên civakbûn û çanda malbatî hê xwedî bandoreke mezin e û ev bandor aresteyê tevgerên wan ên pîşeyî dibe.

Nezîha Ben Mohamed der barê bandora platformên medyaya dîjtal a li ser rewşa jinên Tûnisî de, wiha got: “Ev platform û rojnamegeriya hemwelatî, bû sedem ku hemû kesên xwediyên telefonên bi aqil veguherin çavkaniyek potansiyel a agahdariyê. Ev rewş bi taybetî ji ber nebûna zanabûn û hişmendiya çandî ya bikarhêneran, bû sedema qirêjbûna agahiyan.

Nezîha Ben Mohamed, pêşniyar kir ku divê rêxistinên medyayê di qada medyaya dîjîtal û platformên medyaya dîjîtal de çalaktir bin, rojnamegeriya profesyonel weke çavkaniyek pêbawer a agahdariyê bikin û bi domdarî bi welatiyan re têkiliya pêbaweriyê ava bikin. Her wiha da zanîn berevojî vê yekê, di kaosa medyayê de dengên profesyonel dê winda bibin û civak bi agahiyên şaş re wê bikeve çerxek bêdengiyê. Nezîha Ben Mohamed, der barê xeterên ziman û têgehên di saziyên medyayê de tên bikaranîn de jî hişyarî da.

‘Pêdivî bi medyaya xwedî berpirsyarî heye’

Nezîha Ben Mohamed, destnîşan kir ku gelek saziyên medyayê ji bo zêdekirina rêjeya temaşekirin û kişandina reklaman rojnamegeriya biexlaq û rêgeza heqîqetê paşguh dikin û diyar kir ku ev rêbaz jinan tenê wek amûrêk bazariya berhem û navendên bedewiyê bi kar tîne û rola wan a civakî nade xuyakirin.

Nezîha Ben Mohamed, bal kişand ser hewcedariya ku saziyên medyayê bêyî binpêkirina nirxên civakî û rêgezên edalet û wekheviyê qezenc bikin û domdariyê misoger bikin û wiha got: “Pêdivî bi medyaya berpirsyar ku nirxa agahiyan fêm dike û girîngî dide mafê civakê yê xwegihandina naverokên bi exlaq û hevseng heye.”