Şahidiyên Fermana 74’an: Li şûna neviyên xwe hêviyê mezin dike

“Min sond xwariye, ger keça min vegere ez ê dahol û zirne bidim lêdan bes keça min Nedo bi sê kurên xwe re bihata wê dilê me xweş bûna.” Qemer Lîfa Xidir bi van hevokan hesreta dîtina keça xwe ya ku beriya 11 salan hatiye revandin, tîne ziman.

CÎLAN ROJ

Şengal – Beriya 11 salan yanî di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û di vê êrîşê de çeteyan bi sedan Êzîdî bi awayek hovane qetil kirin, bi hezaran jin û zarok jî revandin û hê jî aqûbeta bi hezaran nayê zanîn. Dema DAIŞ’ê vê hovîtiya xwe pêk dianî hemû dinya kerr, kor û lal bû. Dema DAIŞ’ê vê hovîtiya xwe pêk dianî dijminê kokê, xiyanetkarê bi hezar salan a qewmê xwe rûpelek reş li ser dîroka xwe, li dîroka mirovahiyê zêde dikir. Li hemberî hovîitya DAIŞ’ê şervanên HPG û YJA-Starê bêdeng neman û berê xwe dan warê qewîm û berovajî dijminê kokê rûpela qehremantiyê, ji nû ve ava kirin li rûpela dîrokê zêde kirin.

Qemer Lîfa Xidir a ji Şengalê ye û şahidiya Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an kiriye, behsa wê rojê kir.

Di nav bêhêvîtiyê de mezinkirina hêviyê

Di dema fermanê de keç û nêviyên Qemer jî di nav de gelek kes ji malbata wê dikevin destê çeteyan û hê jî aqûbeta wan nayê zanîn. Ferman di nav dilê dayîkê de mîna roja destpêkê dijwar e, heta hîn girantir e jî. Ji ber ku fermanê li dû xwe bêhêvîtiyek mezin hişt. Niha dayîk di nav vê bêhêvîtiyê de li şûna neviyên xwe, pirtika hêviyê mezin dike. Zehmet be jî dayîk ji me re qala roja fermanê kir, fermana ku bû sedema revandina keç û neviyên wê. Dayîkê diyar kir ku DAIŞ’ê di roja wan a pîroz de roja cejnê êrîşê wan kiriye û ev tişt vegot: “Êvara roja eydê bû, agahî hat, gotin birevin ferman rabûye û xelkê dest bi revê kir. Hinek xizmên me milê başûr hebûn, siharê saet 10 bû, em li wan geriyan, me ji wan re got hûn reviyan ew jî gotin em hîn nû direvin. Dema direvin tên lofan lê pêşiya wan ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve tê birîn û çete wan wek pezeke bê şivan didin ber xwe û dibin. Em jî siharê derdora 10 bû revîn. Zavayê min, hevjina xwe û her du kurên xwe û kurmamê min li ba me bûn, em siwarê erebê bûn û çûn beravê. Cîranek me ku di nav eskerî de cîh digirt, ez çûm pêşiya wî û min pirsî çi bû, ew jî got hema yekser birevin, jinan dibin, keçan dibin, mêran dikujin. Roja fermanê hemû Êzidî bi çola ketin.”

73 jin hatin qetilkirin

Çete destpêkê ji aliyê başûrê Şengalê ve êrîşan dikin, ji ber vê yekê roja fermanê cihê ku herî zêde hat wêrankirin, însanên wê hatin qetilkirin û rewandin, aliyê başûr bû. Heta ji ber êrîşa dijwar û qetlîamên hovane yên çeteyan, Êzîdiyên milê bakurê yeqîn kirin ku kesek ji milê başûr nefilîtîne. Dayê Qemer roja fermanê li milê bakurê bû, lê piraniya zarok û xizmên wê li milê başûr bûn.

Li ser êrîşa çeteyan û bihîstina bûyerên hovane yên çeteyan, dayê Qemer van tiştan tîne ziman: “Dema fermanê me digot dê kesek ji milê başûr nefilite. Berê xwe dan çiyayan lê zarok, kalemêr û jinemêr ji tî û birçîna mirin. Çeteyan însan qetil kirin, bi satoran ketin nav însanan serê wan jê kirin û tiştek nema bi Êzîdiyan nekirin. Hinek di dema çûyîna çiyayan de, hinek ji wan di rêyan de kuştin. Em dema fermanê li milê bakurê bûn û me pir tişt nedît lê Êzîdiyên milê başûr mala wan çû mîratê. Bi qasî ku me bihîst tenê li Koçoyê 73 jin ku hemû jî extiyar bûn, ji hêla çeteyan ve bi hovane têne qetilkirin. Çete ji wan re dibêjin werin em ê we bibin medirê em ê ji we re siplêtan pêxin, jinek ji bûka xwe re dibêje ger wê em bibin cihekî xweş tu jî were û bi vî awayî çeteyan ew dibin Solaxê û hemûyan bi hovane qetil dikin. Sûcê wan jinan tenê Êzîdîbûna wan bû.”

Gelek kes zarokên xwe li dû xwe hiştin

Di dema reva fermanê de gelek trajediyên ku di dîroka mirovahiyê de kêm têne dîtin, tên jiyîn. Gelek kes ji ber neçariyê, ji ber nikaribûn an jî fikirîne ku ji ber tî û birçîna zarokên wan mirine, zarokên xwe li dû xwe hiştine. Derbarê vê mijara trajediyê de dayîk wiha dibêje: “Bi xwedê dema reva ji fermanê dayîk, malbat zarokên xwe avêtin, li dû xwe hiştin. Çete keç û bûkan revandin. Li Şengalê cîran li cîranan kuştin. Kirîvên wan zarokên wan kuştin, jinan ji xwe re birin û hwd.”

Kur, bûk, nevî, bira...

Di kêliya axaftinê de Qemer her 5 deqeyan carek dibêje nikarim bipeyvim lê piştî vê gotina xwe dîsa dest bi axaftina xwe dikir. Diyar bû aliyek dayîkê nedixwest roja fermanê û hovîtiya fermanê bîne ziman lê aliyek wê her dixwest hemû dinya ji devê wê bibihîse ka çeteyên DAIŞ’ê, hêzên xiyanetkar ku soza parastina wan dabû, çi bi wan, çi bi Êzidiyan, çi bi jinan kirine.

Derveyî keça wê, kurê dayê Qemer, bûka wê bi her sê kurê xwe re, birayê wê bi hevjin û her çar kurên xwe re têne girtin. Li ser girtina malbata xwe dayê Qemer zehmet be jî ev tiştan anîn ziman: “Bi qasî dizanim bûka min bi sê kurên xwe re têne firotin, derveyî vê haya min ji kurê min, bûka min û her sê kurê wan nîn e. Ji hêla din ve birayê min bi hevjîn û her çar kurên xwe ve hatin girtin. Biraziyê min bi hevjin û her sê keçên xwe re hatin girtin. Pir dem derbas nebû birayê min Hisên li navenda Şengalê hat kuştin. Keça min bi her çar kurên xwe re ket destê çeteyan û li Til Eferê her çar kurên wî dibin. Kurê herî biçûk a keça min li Rojava di dema Pêngava Bahozê de tê rizgarkirin û wî dibin mala Êzîdiyan. Keçek min li Rojava bû li me geriya û got Kamyan anîne ba xwe. Min jê re got negot ka Seîd, negot ka Elyas, ka Nedo, ka Hesen ka Nûrî lê gotiye min yek ji wan nedîtiye. Dema kurê biçûk a keça min hat bi tu awayî kurmancî nedizanî, me jê fêm nedikir. Ji roja fermanê heta niha em nizanin çi bi keça min û zarokên wê hatine.”

 Ji bo sax nekevin destê çeteyan...

Dayîk û malbata xwe piştî ji fermanê xilas dibin berê xwe didin Başûr lê birayek wê li Şengalê dimîne. Qemer di axaftina xwe de wiha behsa buyera ku ji serê birayê wê derbas bûye dike ku birayê wê roja fermanê ji bo nekeve destê çeteyan çawa hewl dide xwe û malbata xwe bikuje: “Birayê min got di dema revê de li ser rêya gundê Digurê çete pêşiya wan biriye û berê wan dane nava gund. Birayê wê ji ajokarê erebeya ku têde bûne re gotiye erebê binguhê diwareke bide bila em saxî nekevin destê çeteyan. Dema di nav gund de erebe difilite xwe ji erebê diavêjin. Devê keça xwe ya biçûk digirin ji bo deng dernexe û mal bi mal bi dizîkan xwe ji destê çeteyan xilas dikin. Nav Digurê tije çete bûne, şev heta şevê cihû guhestine da ku bi saxî nekevin destê çeteyan. 4-5 rojan bi vî awayî xwe ji çeteyan veşartine. Lê piştî çend rojan şervanên PKK’ê tên û ji cihê ku xwe veşartine derdikevin. Ger ne ji PKK’ê bûne dê hemû bihatana kuştin. Heval bi hawara wan ve diçin, ger ne ji hevalan bûna dê tu kes xilas nedibû.”

Wetanê însanan ji her cihê xweştir e

Piştî fermanê û vekirina korîdora mirovî ya ji hêla şervanên azadiyê ve, Êzîdî berê xwe didin Rojava û Başûrê Kurdistanê. Lê piştî ku Şengal di encama şereke bi hempa û qehremaniyên mezin bi temamî ji çeteyan tê paqijkirin, gelek Êzîdî vedigerin cîh û warên xwe lê hê jî bi hezaran Êzîdî venegeriyan û li kampên Iraqê û Başûr dimînin.

Li ser mayîna Êzîdiyan a li kampan dayê Qemer ev nirxandin kir. “Heke Êzîdî ji kampan vegeriyana ser cih û warên xwe, xelata herî qenc bû. Watenê însanan ji her cihê xweştir e. Dema em li kampan bû derdê me vegera çiyayê Şengalê bû. Ger çiyayê Şengalê nebe Êzîdî nînin.”

Bi kirasê xwe yê spî li benda vegera keç û nêviyên xwe ye

Herî dawî dayîkê Qemer wiha bersiv da pirsa me ya ‘hêvî û daxwaza te çi ye?’: “Xwezî hemû Êzîdiyên di destê çeteyan de bihatana. Xwezî lê neyê ev bû çend sal. Her carê dema yek tê rizgarkirin em dibêjin malî ava yeke din jî rizgar bû. Kes rewşa êzidiyan napirse û nafikire. Hêvî û daxwaza me vegera êzidiyên di destê çeteyan de ne. Daxwaziya me vegera keç û jinên Êzîdî ne.”

Dayê Qemer tevî her tiştî jî hêviya xwe tune nake û di nav tarîtiya bêhêvitiyê de bi kirasê xwe yê spî li benda vegera keça xwe û nêviyên xwe ye.